Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tecrubeya Şêxmeqsûd li taxên Rojhilat jî pêk tê

DOSYA

SILÊMAN EHMED

HELEB – Serokê Meclîsa taxa Bistan Paşa ya Helebê Mistefa Dîbo diyar kir ku tecrûbeya Biratiya Gelan a taxa Şêxmeqsûd mînakek biçûk a Sûriya pêşerojê ye. Her wiha diyar kir ku ev fikir di zihniyeta gelên li taxên rojhilatê bi hev re jiyan dikin de cih digre û hêvî kir ku giştî Sûriyê vê tecrûbeyê ji xwe re bikin bingeh.

Serokê Meclîsa taxa Bistan Paşa ya Helebê Mistefa Dîbo, derbarê tecrûbeya taxa Şêxmeqsûd a yekbûna gelên wê û parvekirina ramana biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera gelên wê de û pêkanîna wê li taxên rojhilatê Helebê jî, ji ANHA`yê re axivî.

Di serî de, Mistefa Dîbo bal kişande ser aloziya Sûriyê û wiha got: ʺMe zulm û zehmetiyên dijwar ji ber êrîşên hovane yên terorîstiyê kişandin, gelek dewletan li dijî me komplo pêk anîn, çeteyên girêdayî dewletên wek Erebistana Siûdiyê, Qeter ,Tirkiyê û gele dewletên din ên ku çeteyên xwe şandine Sûriyê, li kêleka êrîşên hovene ferq û cudayî di nav me de çandin, van komên çete fikrê tundrewî û regezperestiyê di nav gelan de afirandin.ʺ

Taxa Şêxmeqsûd kela berxwedanê bûʹ

Mistefa Dîbo di axaftina xwe de bal kişande ser berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûd û got: ʺTaxa şêxmeqsûd a li kêleka taxên rojhilatê, wek taxên din ên Helebê rastî bihevgirtina hemû çeteyan li dijî wê hatin, lê gelên van taxan li hemberî çeteyan û ramanên wan bertek û bersiv dan. çeteyan di encama yekîtiya gelên wê û biratiya gelên di wan taxan de jiyaneke hevbeş didin meşandin, nikarîbûn gavekê ber bi taxa Şêxmeqsûd ve bavêjin, tavî ku çeteyan dorpêç li ser taxê ferz kirirûn jî, di dawiyê de taxê serkeftin bi dest xist û hêzên li wê derê taxên xwe ji çeteyan rizgar kirin û taxa Şêxmeqsûd li hemberî çeteyan bû kela berxwedanê.ʺ

Dîbo da xuyakirin ku ew bi gelên taxa Şêxmeqsûd re di nava têkliyan de bûn û wiha domand: ʺDi dema taxên rojhilatê di bin serweriya çeteyan de bûn, em bi birayên xwe yên taxa Şêxmeqsûd re di nava têkliyan de bûn, me bihîst ku tax biratiya gelan jiyan dike, me bihîst ku yekîtî û biratiya gelan li taxê heye, pariyê nanê xwe bi hev re parve dikin,berovajî tiştê li taxên rojhilatê hebû, li Şêxmeqsûd hezkirinekê jiyan dikin.ʺ

Dîbo her wiha got: ʺPiştî bi saya YPJ/YPG`ê taxên rojhilatê hatin rizgarkirin, me meclîsên li taxa Şêxmeqsûd û asta bilind a yekîtiya biratiyê di nav de dît, di têkliyên me bi hev re me biratiya gelan li taxê nas kir. lê di demên çeteyan de cudahî di nav biratiyê de zêde kûr bû, ji bilî afirandiya cudahiya di nabvera gelên wê de kurd, ereb û tirkimen, di navbera du birakan de jî ferq û cudahî hebû, yek alîgirê Seûdiyê bû yê din jî alîgirê Tirkiyê yan Qeterê bû, belavbûna kaos û tevlihevî li taxên rojhilatê tiştekî giştî bû.ʺ

Serokê Meclîsa taxa Bistan Paşa bal kişande ser rola çeteyan a afirandina cudahiyê û got: ʺÇete di dema li taxên rojhilatê bûn, rola xwe ya afirandina ferq û cudahiyê di navbera gelên herêmê de lîstin, cudahî di navbera kurd, ereb, kiristyan û ermenî de hebû. Çete li ser sazê tayifiyê jî lîstin û fîtne di nav gelan de çandin.ʺ

Tecrûbe veguhezî taxên rojhilatê

Têkildarî tecrûbeya ku gelên taxa şêxmeqsûd jiyan kirine jî Mistefa Dîbo ev tişt anîn ziman:ʺTecrûbeya gelên Şêxmeqsûd, tecrûbeya herî serkeftî ye li Sûriyê, daxwaza yekîtiyê dike, bi vê yekê gelên wê yek destin ku xewna hemû Sûriyan e. Heger hemû gelên wê kom nebin û lihevkirin di nav wan de neyê pêkanîn, aloziya Sûriyê çareser nabe.ʺ

Wiha domand: ʺTecrûbeya biratiya gelan veguhezî taxên rojhilatê, roj bi roj di fikrê gelên wê de cih digre, ev mînaka biratiyê li Sûriyê tecrûbeyeke serkeftî ye û wek mînakek biçûk a Sûriya pêşerojê ye.ʺ

Di dawiya axaftina xwe de, serokê Meclîsa taxa Bistan Paşa Mistefa Dîbo daxwaz ji her Sûriyekî kir ku bibin yek û wiha got: ʺÇareserkirina aloziya Sûriyê tenê di riya kombûna Sûriyan de ye, di dawiyê de bi rastî serkeftinê bi dest dixe, berjewendiyên derve serkeftinê bi dest naxe. Em daxwaz ji giştî gelên bi hev re li Sûriyê jiyana hevbeş dimeşînin, dikin ku tecrûbeya taxa Şêxmeqsûd wek bingeha çareserkirina aloziya Sûriyê bigrin, em xwedî maf in û di nava me Sûriyan de nakokiyê dernaxin.ʺ

(rr)

ANHA