Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Têkoşer Hemze.. banga welat bersivand

GULÎSTAN MIHEMED

GIRÊ SPÎ – Ji zaroktiya xwe ve têkoşer û fedekar bû. Ji bo pêşxistina rewşa malbatê ya aborî dixebitî û di dawiyê de beşdarî nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û ji bo azadiya gelê xwe têkoşîna xwe berdewam kir û gihîşt asta şehadetê.GIRE SPI-PORTRA-SEHIDA (2)

Ciwanê xwedî rêgezên azad di giştî jiyana xwe de li hemberî astengiyan li ber xwe da û weke berpirsyar ji bo başkirina rewşa malbata xwe dixebitî. Piştî dît ku pêdiviya welat bi ciwanan heye bê dudilî beşdarî nava şoreşa Kurdistanê bû û cihê xwe di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de girt da ku azadiya gelê xwe pêk bîne û di dawiyê de derket asta şehadetê.

Têkoşer Hemze Kobanê di sala 1980’yî de li gundê Holaqiyê ya girêdayî kantona Kobanê ya herêma Firatê çavên xwe ji duniyayê re vekirin û di nava malbateke welatparêze û li ser baweriya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de mezin dibe. Têkoşer Hemze kurê malbatê yê mezin bû û herî zêde bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan ve girêdayî bû.

Malbata têkoşer Hemze ji 18 endaman pêk dihat; bav û dayîk û 3 bira û 13 xwîşk. Hemze kurê malbatê yê herî mezin bû û di encamê de berpirsyariya mezin ji wî dihat xwestin û ji gundekî diçû gundekî din da ku debara malbata xwe peyda bike.GIRE SPI-PORTRA-SEHIDA (4)

Di encama vê rewşa malbatê de têkoşer Hemze nikaribû xwendina xwe berdewam bike û di salên zû de beşdarî nava kar û xebatên malbatê bû.

Destpêka riya azadiyê

Di sala 2000’an de malbata têkoşer Hemze ji bo kar koçberî gundê Taş Baş a girêdayî Girê Sipî dibin, nemaze piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kamployeke navnetewî de tê girtin, têkoşer Hemze gelekî bi bandor dibe dibîne ku dijminên gelê Kurd ji bo têkşikandina çirûska azadiyê asta xebatên xwe bilind kirine û li hemberî vê biryar girt ku ew jî di demeke zû de beşdarî nava xebatên şoreşê bibe.

Li ser vê yekê têkoşer Hemze ji malê derket û berê xwe da çiyayên Kurdistanê û qonaxeke nû ya jiyana xwe dest pê kir. Piştî ku beşdarî nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe, malbata wî ji aliyê rêjîma Baasê ve rastî gelek astengiyan tê û di encamê de ew jî neçar dibin û koçberî bajarê Girê Spî dibin da ku xwe ji ber çavên rêjîmê bidin alî.

Xewna wî Kurdistaneke azad bû

KELIMA BOZAN

Dayîka têkoşer Hemze Kobanê, Kelîma Bozan di derbarê kurê xwe de wiha got: “Şehîd Hemze ji zaroktiya xwe ve bi doza Kurdî ve girêdayî bû û her tim xewna wî Kurdistanê azad bibîne û li ser vê xewna xwe beşdarî nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Şehîd Hemze xwedî vîneke xurt û aram bû û di nava ciwanan de xwedî kesayeteke gelekî cîwaz bû.”

FEDILA MIHEMED ELI

 

Xwîşka têkoşer Hemze Kobanê ya bi navê Fedîla Mihemed di derbarê kesayeta birayê xwe de wiha got: “Şehîd Hemze danûstandina xwîşk û birayên xwe weke dostekî dikir û bi çûkan re biçûk bû û bi mezinan re mezin bû. Her wiha ji aliyê hemû direwsê û xizman ve dihat hezkirin.” Xwîşka têkoşer Hemze ya bi navê Rozîn bi bîr anî ku şehîd Hemze gelekî dilnerm bû û weke berpirsyarê malbatê tevdigeriya.

Gihîşt asta şehadetê

Di sala 2006’an de Tevgera Rizgariya Kurdistanê şehadeta Hemze Kobanê li rex 11 têkoşerê din li çiyayê Cûdî ya Bakurê Sûriyeyê ragihand.GIRE SPI-PORTRA-SEHIDA (5)

Di çalakiya şehadeta têkoşer Hemze de artêşa Tirk bi hemû hêza xwe êrîş kir lê dîsa jî nikaribûn hêza şervanan bişkînin û di encamê de alîkarî ji balefiran xwestin û balefiran jî bi bombeyên gazê êrîş kirin û di encamê de di 25’ê Adara 2006’an de tîma şoreşger a têkoşer Hemze li rex 11 rêhevalên xwe şehîd bûn.

Cenazeyê têkoşer Hemze ji bakurê Kurdistanê derbasî herêma Efrînê hate kirin û ji wir ber bi Kobanê ve hate şandin û di Mezara Şehîdan hate spartin.

Piştî ku cenazeyê têkoşer Hemze hate spartin, malbata wî dîsa ji aliyê rêjîma Baasê ve rastî astengiyan hat û birayekî wî bi darê zorê tevî ku temen biçûk e kişandin leşkertiyê.

Birayê têkoşer Hemze di leşkertiyê de ji serdanên malbatê hate qedexekirin û bi xebatên giran dihat erkdarkirin û di encamê de destekî wî şikestiya.

Baasê cenazeyê têkoşer Hemze diziya

Piştî ku cenazeyê têkoşer Hemze li Kobanê hate spartin, piştî sê rojan malbat matmayî ma ku gora têkoşer hatiye vekirin û cenaze jê hatiye derxistin. Di encamê de eşkere bû ku rêjîma Baasê cenaze ji gorê derxistiye û ber bi cihekî ne diyar ve biriye û heta niha nehatiye zanîn ka cihê cenazeyê li ku derê ye.

Dayîka têkoşer Hemze bi dilekî biêş bi çavên tijî rondik hêvî kir ku cenazeyê kurê wê were dîtin û weke hemû malbatên şehîdan serdana şehîdê xwe bike. Xwîşk û birayên têkoşer jî di dawiya axaftinên xwe de soza şopandina riya birayê xwe dan.

(jh)

ANHA

ROZERIN MIHEMED ELI GIRE SPI-PORTRA-SEHIDA (3)