Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Têkoşerê QSD`ê li Sirînê hate oxirkirin

SIRÎN – Bi sedan welatiyên  herêma Sirînê ya kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD`ê Şiblî Raman (Ebû Ehmed) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li goristana gundê Til Binat ê başurê navenda bajarê Sirînê, oxir kirin.SIRIN-MERASIME-SEHIDA ‫(193200641)‬ ‫‬

Piştî ku gel cenazeyê têkoşer Ebû Ehmed ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Sirînê wergirt, bi karwanekî berê xwe dan gundê Til Binat ê başurê navenda bajarê Sirînê.

Li goristana gundê Til Binat merasîma oxirkirinê bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê,  li ser navê YPG`ê Egîd Kobanê û li ser navê rêveberiya herêma Sirînê Hemad Şêx Hisên, axaftin hate kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîda re xwestin û bal kişandin ku îro bi saya xwîna şehîdan gelên Bakurê Sûriyê destkeftiyan bi dest dixin.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehîd Ebû Ehmed ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nasir Hemûd ve hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê têkoşer Ebû Ehmed bi tilîliyên dayîkan û dûrişmeyên”Şehîd Namirin” hate oxirkirin.

(şm- tk)

ANHA

SIRIN-MERASIME-SEHIDA ‫(1)‬ ‫‬ SIRIN-MERASIME-SEHIDA ‫(1)‬ SIRIN-MERASIME-SEHIDA ‫(193200644)‬ ‫‬ SIRIN-MERASIME-SEHIDA ‫(193200643)‬ ‫‬