Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Temen biçûk e, şanogere û xeyalê wî mezin e

Dîmen

OLVA HAC MENSÛR

GIRKE LEGÊ- Hedefê wî bibe derhinêrekî xurt û şano û dengê xwe bighîne hemû zarokên Rojava-Bakurê Sûriyê.

Mehmûd Şêxî (13) di riya şanogeriyê re dixwaze deng û ramanên xwe bi hemû zarokan re parve bike. Ew ji herêma Dirbesiyê ya kantona Heseke ya herêma Cizîrê ye. Hem derhinêre hem şanoger e.

Şêxî heyanî niha 11 şano nivîsandine û yek ji wan şanoyan `parastina xwezayê` ye. Şanoya `Parastina xwezayê` bi xwe nivîsandiye û di mîhrecana 3`yemîn a zarokan ku di 5ʹê êlonê de hate destpêkirin, pêşkêş kir.KERKE-LEKE-ZAROKE-BEJOK-1-300x200

Şêxî di temenê xwe yê 7 salî de dest bi şangeriyê kiriye û tevlî koma Mîtan a girêdayî navenda çand û huner a bajarê Dirbesiyê bû ye.

Armanca Şêxî mezin e, dixwaze bibe derhinêrekî xurt û bi riya şano dengê xwe bighîne hemû zarokên Rojava-Bakurê Sûriyeyê û tevahî Kurdistanê.

3`yemîn mîhrecana zarokan 5`ê êlonê destpê kir û dê îro bi dawî bibe.

(np)

ANHA