Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Temenê biçûk li hemberî eşqa wî ya fêrbûna tembûrê nebû asteng

Dîmen

SILÊMAN EHMED

HELEB – Çûkaniya temenê wî li hemberî eşqa wî ya fêrbûna amûra tembûrê nebû asteng, di hefteyê de sê caran berê xwe dide navenda çand û hûnerê ya li taxa Şêxmeqsûdê, ji bo ku bi awayekî pispor fêrî tembûrê bibe.HELAB-ZAROK-FIR-CANEDYE-XA-DEBIN1 ‫(1)‬ ‫‬

Di Îlona 2011`an de, Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo li bajarê Helebê ku yekemîn sazî bû, hate vekirin. Saziyê rê li ber hişyarkirin û fêrkirina nifşên siberojê  ji çanda Kurdî re, vekir.  Yek ji wan zarokên ku xwest fêrî çanda Kurdî bibe, Hesen Bekir e.

Hesen li Taxa Şêxmeqsûd mezin dibe û tevî şerê dijwar li gel malbata xwe li taxê dimîne. Hesen gelek ji tembûrê hez dikir û ji bo vê yekê diçe Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, lê ji ber topbarana zêde navend tê girtin û Hesen êdî nikare biçe navendê.

Piştî rizgarkirina taxên rojhilatî Helebê û misogerkirina ewlekariyê, Navenda Çand û Hunerê carekê din deriyê xwe vekir û Hesen Bekir ku temên wî 10 sal derbas nake, ji kesên yekemîn ên vegeriya navê xwe li navendê tomar, kir.HELAB-ZAROK-FIR-CANEDYE-XA-DEBIN1 ‫(1)‬

Hesen ev 5 meh in ku dest bi fêrbûna tembûrê kiriye û di hefteyê de sê rojan li navendê perwerdeyê li ser tembûrê, dibe.

Zarokê 10 salî dibêje:” Hezkirina min ji fêrbûna tembûrê re, ji ber vê yekê ez hatim navendê û min dest bi perwerdeya li ser tembûrê, kir.  Hêvî û xeyala min ew ku ez bibim mamoste û zarokan hînî tembûrê bikim.”

(nse/kc)

ANHA