Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tenê çend roj mane ku Kobanê ronî bibe

Dîmen

CUMA MIHEMED

KOBANÊ – Piştî sê salan Mudîriya Ceyranê ya kantonê û di encama kedeke mezin de ceyrana ku ji bendava Tişrîn wê di nava çend rojan de bighîne Kobanê.KOBANE-TINEBUNA-ELETIRIKE-2

Sê sal berê û di encama êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê ceyran bi temamî ji ser kantona Kobanê hate birîn. Ji ber wê yekê welatiyên kantonê pir zehmetî jiyan kirin. Piştî ku şervanên QSD’ê di 26’ê kanûna 2015’an de Bendava Tişrîn a li başûrê Kobanê ji komên çete rizgar kirin. Mudîriya Ceyranê ya Kantona Kobanê ket nava liv û tevgerê da ku careke din ceyarana kantonê temîr bikin.

Ji ber ku çeteyan gelek ziyan gihandibûn xetên ceyranê tureya wê Mudîriya Ceyranê gelek zehmetî di kar û xebatên xwe de kişandin. Mudîriyê bê navber ket nava hewldanan ku ceyranê careke din ji Bendava Tişrîn ku çavkaniya sereke ya ceyrana kanotnê ye.

Di encama xebata mehekê de Mudîriya Ceyranê ceyran gihan statyoma ceyranê û ji wir ceyran dê di nava çend rojan de bighêje Kobanê. Zehmetiyên murdîriyetê kişandin jî ew e ku tureya ceyranê ya beşê Rojava yê Kobanê bi temamî xirabûye.

Mudîrê Mudîriya Ceyranê yê Kantona Kobanê  Fehed Mihemed têkildarî mijarê got ku kişandina ceyranê ji bo beşê rojhilat ê Kobanê pir zehmete û destnîşan kir ku tureya wê herêmê gelek ziyan dîtiye. Mihemed da zanîn ku ew li gorî derfetên heyî kar û xebatên xwe dimeşînin û da zanîn ku 120 xebatkarên ceyranê di mudîriya wan de dixebitin.KOBANE-TINEBUNA-ELETIRIKE-3

Mihemes da zanîn di nava çend rojan de wê gelek herêmên Kobanê bêne ronîkirin û bi taybet taxa Xerbî ya kantonê.Mihemed da zanîn ku xetên gundan jî gelek ziyan ne dîtine û wiha dom kir: “xetên gundan wekî yên bajar ziyan ne dîtine, tenê xetên hin gundên şer lê hatine jiyankirin xiyan dîtine, dema xetên wan xilas bibin dê ceyran bighêje wan gundan jî.”

Mihemed welatî hişyar kirin ku destê xwe ne din keblên ceyarnê  û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xebatkarên me niha gelek tecrubeyan dikin, ji ber wê û ji bo parstina welatiyan, banga min ji welatiyan re bela baldarbin da ku jiyana xwe nexin metirsiyê.

(dc)

ANHA