Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tenê rêxistinek alîkarî dide koçberên li Tebqayê

TEBQA – Koçberên kampa El-Tiwêhîna ji ber serm û seqemê gazincên xwe anîn ziman, ji bilî Rêxistina Alîkariyê ya Tebqa tu rêxistinên din alîkariyê pêşkeş nakin. Lê wekî tê gotin; destek tenê çepikan lê naxe. Derfetên vê rêxisitên têrê nake ku pêwîstiyên hezar û 100 malbatî bi cih bîne.TEBQA-ROSA-KOCBRA-JE-BO-ZVISTANI (9)

Kampa El-Tiwêhîna dikeve rojavayê bajarê Tebqayê li rex gola Tebqa (Esed), bi hezarên koçber ji herêmên cuda ên Sûriyeyê ji ber êrîşên rêjîmê û kiryarên çeteyan li vî deverê bi cih bûne û di şert û mercên pir zehmet de, ji seqema zivistanê û nebûna alavên germkirinê dikişînin.

Pêla koçberiyê ya ber bi vê kampê ve roj bi roj zêde dibe, zêdetirî hezar malbatî ku ji 8 hezar û 939 kesan pêk tên di kampê de di şert zehmet de, jiyan dikin.

Hejmara zarokên kampê 3 hezar û 500  zarok in û 2 hezar 200 jin in.

Rêxistina Alîkariyê ya Tebqayê li gorî derfetên di dest wê de, alîkariya dike û  bi dehan rêxistinên navdewletî temaşeya êşa wan dike.

Jineke koçber zehmetiyên ku dikişînin wiha tîne ziman “Zivistan li ber deriya ye, cihê me nêzî golê ye, hewcedariya zarokên me bi cilên zivistanê ku wan ji sermeyê biparêze heye.”

Trajîdiya herî bi êş ew e ku, 86 kesên astengdar hene, di nav de malbateke bi hemû endamên xwe di vê kampê de hene.TEBQA-ROSA-KOCBRA-JE-BO-ZVISTANI (4)

Rêveberiya kampê diyar kir ku wan di maha mijdarê de 153 malbat ên ji bajarên Meyadîn û El-Bûkmal pêşwazî kirin.

Koçberekî din dibêje “Serma zarokên me dikuje, ne bijîjîk û ne jî derman hene.”

Koçberek din ji gundê Dibsî Efnan a girêdayî bajaroka Mensûara ku di bin serweriya hêzên rêjîmê de ye hatiye kampê dibêje”Pêwîstiya kampê bi erebeyeke ambulancê, dermanxaneyeke ji bo bi şev were vekirin, heye. Zivistan hatiye û her zêde ye, sobe tunene û zarokên me bê cil in.”

Zarokek banga şandina cilan û alavên germkirin kir û got ” Sermê em kuştin.”

(bb)

ANHA