Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Teslîmkirina Kerkûk-Şengalê û konsepta nû ya tasfiyeyê

ANALÎZ

HALÎT ERMÎŞ

Kerkûk bi awayekî vekirî teslîmî Haşdî Şabî û artêşa Iraqê hate kirin. Heger mirov bala xwe bide bazariyên veşartî yên vê teslîmgirtinê wê nîşanên konsepta nû baş diyar bibin. Konsepteke nû ya tasfiyeyê

Plana tasfiyeyê ya li dijî kurdan ketiye dewrê. Ev yekê gelekî zelal û eşkere ye. Teslîmkirina Kerkûkê tenê parçeyekî vê planê ye. Gelo ev konsept çawa pêk hat, kî tê de cih digire û Armanca wan çi ye?

Beriya niha 20 rojan (25’ê Îlonê) PDK’ê bi xirecireke mezin got, “em referandûma serxwebûnê li dar dixin” û xwe wekî rizgarkerê neteweyî yê kurdan nîşan didan. Barzanî digot, heke hewce bike ez ê Kerkûkê biparêzim û bi çavê Qidûsê li Kerkûkê dinihêrî. Lê beriya ku Haşdî Şabî were bajêr, hikumeta Hewlêrê û PDK’ê hêzên xwe ji bajêr kişand. Hêza ku li Kerkûkê li ber xwe dide, bi tenê gerîla ye.

Plana êrîşê gav bi gav hate avêtin

Di nav Kurdan de û li herêmê nîqaşên li ser referandûmê didome û di navbera dewletên herêmê de jî li dijî destekeftiyên kurdan dîplomasî hate destpêkirin. Di navbera Îran û Tirkiyeyê de, hem di warê leşkerî de û him jî di warê siyasî de hevdîtinên siyasî hatin kirin. Erdogan tevî artêşa Iraqê li dijî kurdan dest bi tatbîkata hevpar kir.

Hikumeta Tirkiyeyê di hevdîtinên Astanayê de di gefên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê de Efrîn jî lê zêde kir. Artêşa Tirk li Îdlîbê bi rêya çeteyan dest bi tevgerê kir û gotin, “Em ê destûrê nedin Kobanêyeke nû” .

Lê stûnên konseptê ne bi tenê ev e. Di navbera Iraq-Îran-Tirkiyeyê de pêngavên li dijî kurdan tên amadekirin û li ser medyaya civakî jî îdîayên têkildarî tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin.

A rast dewleta Tirkiyeyê jî dizane ku Ocalan aliyê herî hesas ê kurdan e. Di konsepta li dijî kurdan de bi zanebûn Ocalan xistine navendê û hesabên xwe li gorî vî tiştî dikin. Li qadê dest bi tevgerê kirin û di heman demê de tendirustiya Ocalan jî anîn rojevê.

Teslîmkirina Kerkûk û Şengalê li gorî vê konseptê hatiye kirin. A rast konsept ne bi tenê ev e. Di heman demê de dewleta Tirk gelekî zêde êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Li vê qadê berxwedaneke bi heybet a gerîlayan heye û li van qadan şerekî mezin rûdide, lê ligel van tiştan gerîla li pêş çavên cîhanê derbên giran li artêşa Tirkiyeyê dixe.

Dewleta Tirkiyeyê ji her aliyî êrîşî kurdan dike û Rejîma Sûriyayê jî duh êvarî êrîşî QSD’ê kir.

Dixwazin çi bikin

Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kerkûk, Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Efrîn û Îdlîb diyar dike ku li hemberî destkeftiyên Kurdan konsepteke nû hatiye destpêkirin.

Li herêmê piştî şikandina DAIŞ’ê dixwazin bi Skys-Pîcoteke nû Kurdan biavêjin derve û di pozîsyona mêtingeriyê de bihêlin. Armanca konsepta nû ev e ku dixwazin hemû destkeftiyên kurdan tasfiye bikin û li herêmê ji bo sînorên li ser maseyan rûnên.

Divê kurd çi bikin?

Dibû kurd tiştekî wiha nejiyana. Heke siyaseteke rast û hevpar bikirana kurd niha wê ji duh xurtir li herêmê xwedî gotina bûna û destkeftiyên xwe teqez mîsoger bikirana.

Lê mixabin polîtîkaya şaş a PDK’ê ya ku parçe dike, xwe ferz dike, li şûna kurdan bi dijminên kurdan re dostanî û tifaqê datîne bû sedem ku rewşa ku niha tê jiyîn derkeve holê. Jixwe ya herî dawî jî kirin ew bû ku kurdan bi destê xwe radest bikin.

Em bi bîr bînin; piştî DAIŞ’ê hêzên kurd li ser xeta hevpar bi hev re şer dikrin û di nav kurdan de di hêla yekîtiya netewî de hêvî û bendewariyeke geş bûbû. Lê di dema paş wê de di encama siyaseta PDK’ê de ku ber bi yekîtiya netewî ve nehat hemû derfet yek bi yek ji dest çûn.

Hewce ye ku hesab baş were kirin bê ka ji niha û wê de wê çi bibe û tevdîr jî divê li gor wê werin standin. Ji hêla kurdan ve rewş ji duh ve ketiye qonaxeke dijwar. Ji bo ku ji vê xaçerêkê mirov bikaribe derkeve teqez e ku divê siyaseteke rast were kirin, divê hêzen parastinê yên hevpar werin danîn.

Kerkûk-Şengal di ber çi de dan?

Divê dîsa mirov balê bikişîne ser vê xalê. Hêzên gerîla yên li Kerkûkê di dema êrîşê de heta dawî li Kerkûkê man, kozikên xwe yên berxwedane bernedan, lê hêzên pêşmerge yên bi ser hikûmeta Başûr de bêyî ku li ber xwe bidin vekişiyane. Berpirsê vê rewşê yê sereke PDK ye ku kontrola hikûmetê di dest xwe de digire.

Divê hikûmeta Başûr diyar bike bê ka çima bêyî ku Kerkûk-Germiyan û Şengalê biparêze ew radestî Heşdî Şebî û artêşa Iraqê kirin, ku Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya beriya niha de PKK weke hêzeke dagirker li Şendalê dida nasîn. Niha wê çi bibêjin piştî ku careke dî jî Şengal hiştin û reviyan?

Li hêla dî jî divê hikûmeta Başûr diyar bike bê ka çima hatiye vê rewşê, di vê babetê de bazar-hevdîtina wan bi Iraq, Îran an jî Tirkiyê re heye yan na. Bi qutebirî divê eşkere bike bê ka li pişt perdê çi zîviriye.

Heke weke hikûmeta Başûr gotî heke bazar li holê nebin bi hezaran pêşmerge yên li van qadan çawa bêyî ku li ber xwe bidin vekişiyan? Berpirsê vê kî ye?

Ya girîngtir, beriya ku Kerkûk were teslîmkirin bi  çend saetan, di hevditina rayedarên PDK-YNK’ê de, ku li Dûkan a Silêmanî rûniştibû, ev babet hate rojevê? Heke hatibe rojevê, derbarê van herêman gotûbêj bûn? Biryara di wê civînê de çi bû?

Ev hêzên Başûrê Kurdistanê divê bersivê vê bidin vê pirsê û yên dî. Heke dixwazin li pêş civakê û dîrokê rûsipî bibin divê ji hemû kurdan re bibêjin ku Kerkûk û Şengal nekirine qurbanî berjewendiyên xwe. Berevajî vê, gelê kurd wê kirina wan bi îxanetê bi nav bike, wê navê wan wiha li rûpelên tarî yên dîrokê deyne û teqez rojekê hesab bipirse .

Rizgarkirina Reqayê beşek ji bersiva gel e

Di dema Kerkûk û Şengal teslîmî Heşid Şebî hate kirin, şervanên QSD’ê ku ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê pêk tên û kurd pêşengtiya wê dikin, bajarê Reqayê paytexta çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Rizgarkirina Reqayê diyar dike ku sîstema Netewa Demokratîk ku dawî li çeteyên DAIŞ’ê anî, wê bi hêsanî karibe dawî li hemû pîlanên xiyanetkar û desthilatdarên Kurdistan û rojhilata navîn jî bîne.

ANHA