Têkilî | Derheqê me de
ANHA

TEV-DEM: Êrîşên dewleta Tirk xeteriyeke mezin li ser sivîlan çêdike

NAVNEDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê êrîşên dewleta Tirk bi alavên xwe li dijî insan, dar û kevirên Efrînê komkujiyan pêk tînin û got ku êrîşên wan li ser sivîlan êdî metirsîneke mezin pêk tîne,lewma divê hemû alî û di serî de NY û Konseya Ewlekariyê ji bo rawestandina êrîşan erka xwe pêk bînin.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê derbarê êrîşa Artêşa Tirk a li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku bombebarana hovana ya Artêşa Tirk êdî bûye xeteriyeke mezin li ser sivîlan çêdike û hin alî dixwazin êrîşa li ser gelê Efrînê rewa nîşan bidin. TEV-DEM’ ê her wiha da zanîn ku êrîşên wan li dijî hemû pêkhateyên Efrînê bi ol û netewên wê pêk tê, lê hîn jî gelê Efrînê bi hemû hêza xwe û bi îradeyeke azad liber xwe dide.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê wihaye : “Berxwedana serdemê ya Efrînê ket roja xwe ya 5’an de. Berxwedan beranberî êrîşeke hovane ku êrîşkar hemû alav û teknka xwe ya wêrankirinê bikar tînin. Balafir, tan, top û êrîşa bejahî ku bi alîkariya çeteyan li ser guna û navçeyên bi ewle yên Efrînê pêk tên. Beranberî vê êrîşa hovane berxwedaneke dîrokî ji aliyê hêzên QSD’ê ve tê meşandin. Ev êrîşên hovane bi armanca tirsandina şêniyên herêmê pêk tê. Dixwazin sedhezaran welatiyên Efrînê û koçberên ji bajarên din ên berê xwe dane herêmê bitirsînin. Dixwazin bajar û navçeyên wê ji şêniyên wê vala bikin. Tevî ku tê zanîn ku hemû herêmên derdora Efrînê di nava herêmên ne aram de ne.

Tevî vê yekê şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe yên olî û netewî hîn bi israr û bi îradeyeke azad liber xwe didin û qebûl nakin ku dagirker welatên wan dagir bikin. Hemû hewldanên dagirkirina biyanî û êrîşan li ser mal û milkên xwe qebûl nakin. Bi taybet di dema ku rêveberiyên bajarê xwe yên sivîl di riya Rêveberiya Xweser a Efrînê re avakirin û xebatên wê katin sala çaran. Lê carde jî alavên wêrankariyê yên  dewleta Tirk herêmê bombebaran û topbaran dike. Di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn. Piraniya qurbaniyan kalepîr, jin û zarok in. Di nexweşxanaya Avrîn tenê de 18 şehd û 42 birîndar çêbûne. Di navçeye û gundên din de jî destwerdana tenduristî çêdibe. Gel bi derfetên xwe yên heyî birîndarên xwe derman dikin.

Êrîşa dewleta Tirk û bombebarana noqte û navendên tenduristiyê yên birîndaran derman dikin, beşek ji wêraniya ku li navçeyên Raco û Cindirêsê pêk hatiye, ombulans jî hatin hedefgirtin. Rêjîma Tirkiyê di êrîşa xwe ya li ser Efrînê de komkujiyan pêk tîne, di heman demê de Bendava Meydankê ku ava vexwarinê, ceyran û avdana zeviyan ya dehezaran welatiyên herêmê re peyda dike, bi tundî tê topbaran û bombebarankirin. Di êrîşa xwe de bi israr dixwazin komkujiyan pêk bînin.

Rêjîma Tirkiyê di bombebarana xwe de tiştên zindî, ne zindî, mirova,dar û keviran dide berxwe. Di êrîşên xwe de hemû cûreyên çekan li dijî sivîlên Efrîn û Şehbayê bikar tînin. Di êrîşên xwe de tu cûdahiyê naxin navbera pêkhateyan de. Îro jî Dêr Izê ku pêkhateyên ereb lê jiyan dikirin bombebaran kir, di encamê de şehîdên ji kurd û ereban çêbûn.

Em wekî Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê destnîşan dikin ku êrîşên dijminane ya Artêşa Tirk û bombebarana bi balafiran êdî xeteriyeke mezin li ser sivîlan çêdike. Hewldan û helwestên hin alî destnîşan dikin, ji wan jî helwesta Konseya Ewlekariyê ya NY ku bang li aliyan dikin ku xweragirin, Ev yek xeteriya ku li ser jiyana gelê Efrîrnê çêbûye rewa nîşan dide. Ji erka mirovahî û exlaqî ya civaka navdewletî ye ku li dijî komkujî û şerê tunekirinê ku bê ser û ber tê meşandin derkeve. Şerê tunekirinê ku ne di encama itîfaqa di navbera Rûsiya û Dewleta Tirk de ba pêk ne dihat, ew berpirsyariya tiştê pêk hatiye û wê pêk were ew radigre.

JI ber êv yekê em bang li gelê Sûriyê, herêmê û navdewletî dikin û careke din jî NY û Konseya wê ya Ewlekariyê,Koalîsyona Navdewletî bi fermandariya Emarîka dikin ku li gorî peymanên xwe tevbigrin û berpirsyariyên xwe di vê derbarê de pêk bînin. Di heman demê de bang li hemû gelê kurd, gelê Sûriyê û hêzên demokratîk dikin ku seferber bikin û ji bo rawestandina êrîşan her tiştê ku pêwîste bê kirin da ku êrîşa li dijî gelê me yê Efrînê rawestîne, nehêlin.”

(dc)