Têkilî | Derheqê me de
ANHA

TEV-DEM: Ocalan projeya Demorkatîk li Rojhilata Navîn zindî kir

NAVENDA NÛÇEYAN – TEV-DEMʹê diyar kir ku komploya navnetewî ne tenê li dijî kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hatiye, lê belê li dijî hemû mirovahiyê hatiye meşandin. TEV-DEMʹê destnîşan kir ku bi saya fikir û felsefeya Ocalan li tevahiya Rojhilata Navîn projeya demokratîk zindî dibe û bingeha hêzên desthiladar û dewletnetewan dihejînin.

TEV-DEMʹê bi boneya  rasthatina salvegera Komploya navdewetlî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de komplo hate şermezarkirin û ji hêzn demorkatîk û layîk ên cîhanê hate xwestin ku tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Ocalan bi hêz bikin.

Daxuyanî wihaye:

ʺKomploya navnetewî ku di encamê de Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulah Coalan dîlhate giritin, di 15ʹêsibatê de dikeve sala xwe ya 18ʹan. Li girava Îmraliyê Tecrîdek mezin li ser Ocalan hatiye ferizkirin, bi vê y ekê dixwazin îradeya gelê Kurdistanê binpê bikin û koletiyê li ser wan feriz bikin. Di heman demê de dixwazin Şoreşa Demroaktîk li tevahiya Rojhilata navîn rawestînin.

Ev komploya li dijî nirx, exlaq, netew û mirovahiya ku hêzên civakî li cîhanê ji bo wê tekoşîn derbe dike. Komploya li dijî Rêber Ocalan derbeyeke li dijî rêgewz û yasayên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ji bo têkiliyên siyasî yên navdewetlî dîzen bikin, hatine danîn e. Di ser vê re jî di dîroka mirovahiyê de ev sûcekî ji hemû kiriyaran cûdaye, hejmarek mezin ji nûnerên sîstemên desthiladara û navdewetlî yên cîhanê cihê xwe di konploya dîlgirrtina wî de giritin.

Lê Rêber Ocalan bi berxwedana xwe ya cûda karîbû hemû bingehên komployê vala derbixe û wê ji naveroka wê derbixe. Bi felsefe û nerîna xwe ku îro li tevahiya Rojhilata Navîn bûye bingeha pirojeya tekoşîna li ROjhilata Naîvn ku bingeha Demrokraîtk pêk tîne û bingeha hemû hêzên desthiladar ên herêmî û dewlet netewan dihejîne.

Em di TEV-DEMʹê de tekez dikin ku ev rojeke rewşe, ji ber ku komplo ne li dijî kesaya Rêber Ocalan pêk hatiye, lê belê ev komplo li dijî hemû dozên mirovahiyê ye û di serî de li dijî doza gelê Kurdistanê  û mafê wî ji bo hebûnê ye. Hedefgiritina Rêberiyê hedefgiritina jiyana hevbeş û biratiya gelane, her wiha hedefgiritina pêkanîna demokrasiya li Rojhilata Navîn a ku mixabin bûye navenda  şerê desthiladariyê, li şûna ku bibe navenda civakbûyîna ewle ku mafê hemû Isanan diparêz e.

Ji ber vê yekê em wekî TEV-DEMʹê bi partî û sziyên xwe ve komployê şermezar dikin, em dibêjin ku îro û sibe bi kar û berxwedana dîplomasiya civakî bi armanca têkbirina tecrîda li ser Rêberê Ocalan û serbest berdana wî erka mirovahiyê û exlaqê insanî û siyasî ya gelê me ye.

Em careke din tekz dikin ku azadiya Rêber Ocalan bûye pêkanîneke divê hemû civaka Kurdistanê, hemû hêzên demokraîtk û saziyên civaka sivîl û pêkheteyên qanûnî li herêmê û cîhanê hêza xwe ji bo pêkanîna wê zêde bikin.  Ji ber ku ev yek nûnertiya aştî, aramî û ewlekariya herêmê pêk tîne û hêviya gelan a xwezayî temsîl dike.ʺ

(dc)

ANHA