Têkilî | Derheqê me de
ANHA

TEV-DEM piştgirî da refendûma Katalonyayê

NAVENDA NÛÇEYAN-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) piştgiriya xwe bi referndûma serxwebûna Katalonya’yê ragihand û ev referandûm wekî rengekî demokrasiyê bi nav kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî referandûma serxwebûna hikûmeta Katalonya ya ku wê di 1’ê midarê de bi armanca cudabuyîna ji Spanyayê pêk were de, daxuyaniyek da raya giştî. Tev-DEM‘ê serxwebûna hikûmeta Katalonya ji Spaniyayê wekî rengek ji rengên demokratiyê bi nav kir

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mafê gel û netewan a diyarkirina çarenûsa xwe, di yase û peymanên navdewletî de hatiye destnîşan kirin û ev tişt hate gotin: “Gelê Katalonyayê li ser xaka xwe  ya dîrokî dijî, mafê wan jî heye ku wekî gelên din e yên mafê xwe yê azadî û serxwebûnê bi dest xistine, ku çarenûsa xwe diyar bike.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kataloniyayê di serdema dîktator Franco rastî siyastên helandin û inkarkirinê hat, lê ew siyaseta helandinê li hember berxwedana gelê Katalonyayê têk çu û negihaşt serî.

TEV-DEM‘ê siyastên ku li ser gelê Katalonyayê hate meşandin şiband bi siyastên ku li hember gelê kurd hate meşandin û got: “polîltîkayên ku li hember gelê Katalonyayê hate meşandin, mîna yên li hember kurdan e. Gelê kurd heta niha jî di encamên sedemên siyasetên hêzên global û dagirker wekî Fransa û Birîtanya de di rewşên zor û zehmet de jiyan kirin. Van hêzan li gorî peymana Syks-Picot Kurdistan kirin çar parçe, parçeyê girêdayî Sûriye’ye rastî siyasetên heladinê ku ji aliyê rêjîma Baas ve hatibû pîlankirin, hat.

Di berdewamiya daxuyaniya TEV-DEM‘ê hate diyar kirin û bi destpêka aloziya Sûriye’ye serkeftinên mezin qezenc kirin û hate gotin: “Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, karîbû civakê bi rêxistin bike, bi qebûkirina hemû hêzên civakê yên herêmê ji kurd, erebê suryan, asur û tirkmen rêveberiya xweseriya demokratîk saz kir. Yekîneiyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hember rêxistinên terorîst mîna DAIŞ‘ê serkeftinê mezin bi dest xistin, niha di “paytexta” wan Reqayê de wan dorpêçkirine.”

TEV-DEM balkişand ku Kongreya Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeye hate lidarxistin, hemû gelan mafên xwe di hilbijartinên hevserokatiya komînan de pêk anî, di mehên li pêş de hilbijartinên meclîsên kantonan û herêmên federaliyê jî pêk werin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi referndûma serxwebûna Katalonya ji Spanyayê ragihand û bang li kikûmeta Spanyayê kir ku li hember helwesta gelê Katalonyayê rêzdar be.

(bb)

ANHA