Têkilî | Derheqê me de
ANHA

TEV-DEM: Qebûl nekin aliyek din pêkanînên DAIŞ’ê dûbare bike

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk bang li PDK’ê kir ku hêzên xwe ji herêma Xanesorê bikişîne û da zanîn ku gelê Rojava dê qebûl nekin “aliyek din tewanên DAIŞ’ê dûbare bike”.

Li ser êrîşên dawî yên çeteyên AKP/PDK’ê dijî meşa gel a Xanesorê, ku di encamê de ciwana bi navê Nazê Nayif şehîd bû û 15 sivîlên din birîndar bûn, Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê wiha ye:

“Çeteyên AKP/PDK’ê di 3’yê Adarê de dest bi êrîşên dijî Xanesorê ya Şengalê kirin. di encama wan êrîşan de di nav refên YBŞ’ê de gelek şehîd û birîndar çêbûn. Tevî hemû hewldanên rawestandina şer û paşve vegerandina van hêzan , lê dîsa jî çeteyên AKP/PDK’ê paşve venegeriyan û di kûrkirina aloziyê de biîsrar bûn. Van ji bo pêkanîna planên dewleta Tirk dijî kurdên Êzîdî û gelê Kurd bi tevahî, hêza xwe li Şengalê zêde kirin.

Em weke gelê Rojava, ji roja yekemîn de me piştgiriya xwe bi gelê Şengalê re raber kiribû. em ê nehêlin ku komkujiyek din derheqê gelê Kurd ê êzîdî li Şengalê dubare bibe. Li ser vî esasî gelê me berê jî gelek caran bi riya çalakiyên girseyî yên ku li Rojava û Şengalê jî pêk hatin, piştgiriya xwe nîşan dabûn.

Lê belê çeteyên AKP/PDK’ê heya niha jî êrîşî sivîlan dike. Buyera ku îro li Xanesorê rû da dewamiya van êrîşan e. Çeteyan gule berdan xwepêşandarên sivîl ku dixwestin ev hêz vegerin baregehên xwe yên berê, meşiyan. Di encama van êrîşan de çend sivîl şehîd û birîndar bûn.

Pêkanînên PDK’ê îsbat dikin ku destê wê jî di planên dewleta Tirk ên dijî Kurdan de heye. her wiha îsbat dike ku PDK’ê dixwaze komkujiyên nû derheqê gelê kurd ê êzîdî de pêk bîne. Ev jî nayê qebûlkirin.

Lewra em weke Tevgera Civaka Demokratîk tekez dikin ku li gel gelê Şengalê ne. em bang li gelê Rojava dikin ku li dora gelê Şengalê bicive. Dîsa em tekez dikin ku em ê nehêlin komkujiyek nû derheqê kurdên êzîdî de, pêk bê.

Divê çeteyên AKP/PDK’ê bizanibin ku Şengal a gelê xwe ye. gelê Şengalê yê ku bi xwe Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, dê qebûl neke ku hêzek din pêkanînên DAIŞ’ê dubare bike.

Lewra, divê ev hêzên xwe vegerînin nuqteyên berê. Divê gelê Şengalê bi xwe xwe birêve bibe.

Bijî berxwedana Şengalê”

(ne)

ANHA