Têkilî | Derheqê me de
ANHA

TEV-DEM û Kongreya Star piştgirî didin hilbijartinên komînan

KOBANE – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Star piştgirî didin hilbijartinên komînan û bi wesayetan ji gundê Pêndira mezin çûn gundê Minazê.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Star ji bo piştgirî bidin hilbijartinên komînan bi wesayetan ji gundê Pêndira mezin ê dikeve rojavayê Kobanê berê xwe dan gundê Minazê.

Bi sedan welatî, hêzên HPC`ê û şervanên YPJ/YPG`ê jî piştgirî dan TEV-DEM`ê û Kongreya Star û herî dawî li gundê Minazê jî govend gerandin.

TEV-DEM û Kongreya Star ji bo piştgiriya hilbijartinên komînan bikin duh destbi çalakiyan kiribûn û dê ev çalakî heyanî roja 20`ê îlonê berdewam bikin.

(tk-ae)

ANHA

Kobanê meşeke tirimbêlan li dar xist (2) Kobanê meşeke tirimbêlan li dar xist (3)