Têkilî | Derheqê me de
ANHA

TEV-DEM û Rêxistina Aşûriyan li hev civiyan

QAMIŞLO – Komîteya Têkîliyên Giştî ya TEV-DEM′ ê û Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk, li hev civiyan.

Komîteya Têkîliyên Giştî ya TEV-DEM′ê û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk li navenda Têkîliyên Dîplomatîk a TEV-DEM′ê ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, li hev civiyan.  Di civînê de, Endamên Komîteyê Ebdulselam Ehmed, Ebdullah Erebo û Ebdulkerîm Umer, berpirsê Buroya Siyasî ya Rêxistina Gebriyel Mûşî û Endamên Komîteya Siyasî Dawûd Dawûd û Qeryaqis Gewriye, amade bûn.

Di civînê de herdû aliyan derbarê rewşa Bakurê Sûriyê û tevahî Sûriyê nerînên û nirxandinên xwe kirin û bal kişandin ser girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê û avakirina Sûriyeke Demokratîk.

Herdû aliyan li hev kirin ku divê di vê pêvajoya hestyar ku Sûriyê tê re derbas dibe, têkîliyên di navbera xwe de xurt bikin.

(mm)

ANHA