Têkilî | Derheqê me de
ANHA

TEV-DEM`ê bang li kesên xwefiroş kir:Beşdarî şerê li dijî gelê Kurd nebin

HAT NÛKIRIN

NAVENDA NÛÇEYAN – TEV-DEM`ê gotʺ Li Kurdistanê jî Erdogan hewl dide nakokiyan zêde bike û piştî ku hemû hewldanên wî têk çûn hin kesên xwefiroş di bin navê (parêzvanên gundan) de di êrîşên li dijî Efrînê de dane xebitandin. Em bang li van kesên xwe firoş dikin ku, beşdarî şerê Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd jî nebin.ʺ

Girêdayî berxwedana serdemê ya Efrînê ya li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê ku ev 26 roj in berdewam dike, Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşan û Ajansa me ANHA’yê kopiyeke wê wergirt.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Li rex têkşikandin û têkçûnên rastî artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê li Efrînê di encama berxwedana efsaneyî ya gelê me li Efrînê de tên, Erdogan siyasetên xwe yên dijberiya yekîtiya gelan û têkoşîna wan ber bi azadiyê ve berdewam dike. Erdogan ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hewl dide fitne û tevliheviyan di nava pêkhateyên Sûriyeyê de derbixîne. Di sala 2015’an de dema ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê bajarê Girê Spî ji destên DAIŞ’ê rizgar kirin, Erdogan dest bi derewan kir û îdîa kir ku YPG’ê siyaseta qirkirinê dimeşîne, lê bi saya berxwedana pêkhateyên herêmê hemû îdîayên Erdogan vala hatin derxistin.

Projeya demokratîk ku pêkhateyên herêmê didin meşandin metirsiya herî mezin li hemberî siyasetên Erdogan e ji ber vê yekê hewl dide fitne û tevliheviyan di nava pêkhateyan de derbixîne û ev siyaseta wî berdewama siyaseta Osmaniyan li dijî yekîtiya gelan e. Li Efrînê Erdogan hin kesên ku xwe weke opozîsyona Sûriyeyê bi nav dikin bikar tîne û li dijî Efrînê dide xebitandin. Armanca Erdogan ji vê yekê jî eşkere û zelal e ew e ku di navbera pêkhateya Kurd û Ereb de tevliheviyan derbixîne û di encamê de aloziya Sûriyeyê dijwartir bike.

Li Kurdistanê jî Erdogan hewl dide nakokiyan zêde bike û piştî ku hemû hewldanên wî têk çûn hin kesên xwefiroş di bin navê (parêzvanên gundan) de di êrîşên li dijî Efrînê de dane xebitandin, ango pilana şerê dijmin li dijî dijmin dide meşandin û têkçûna aliyekî ji wan ji bo wî serkeftineke erênî ye.

Em weke endamên Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  di heman demê de piştrast dikin ku em ê projeya xwe ya federaliya di navbera gelan de berdewam bikin. Em ti carî van kiryarên fitneyan di nava pêkhateyan de û bi taybet li hemberî gelê Ereb ku girêdana me bi wan re dîrokî ye qebûl nakin. Em bang li van kesên Kurd ên di bin navê (Parêzvanên gundan) de dixebitin dikin ku eger hûn fikr û daxwazên me qebûl nakin, beşdarî şerê Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd jî nebin. Li Efrînê dewleta Tirk têk diçe û hejmara kuştiyên wê zêde dibin û Tirkiye zarokên we ber bi mirinê ve dişîne û ji siyasetên Erdogan re nebin sotemeniya şer.”

(jh)

ANHA