Têkilî | Derheqê me de
ANHA

TEV-DEM‘ê û rûspiyên herêmê banga hevgirtinê kirin

QAMIŞLO – Rêveberên TEV-DEM‘ê û rûspiyên herêma Cizîrê ji bo pêşxistina sîstema demokratîk li herêmê girîngiya xurtkirina hevgirtina hemû pêkhateyan kirin.TIL HEMIS-CIVINA-ELAQATE (2)

Buroya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê ya herêma Cizîrê, bi armanca nirxandina geşedanên dawî civîneke li dar xist.

Civîn li gundê El-Rezqa yê girêdayê bajaroka Ceza di bin konekî de hate lidarxistin. Hevserokên Buroya Têkiliyên Giştî yê TEV-DEM‘ê ya herêma Cizîrê Ebdulselam Ehmed û Ayham Mûrad, Rêveberên Buroya Têkiliyan a Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif û Hember Hesen, Hevserokê Buroya Têkiliyên TEV-DEM‘ê ya navçeya Til Hemîsê Heyal El-Xiweyir bû bi sedan şêniyên navçeyê û rûspiyên eşîreyan amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Buroya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê ya herêma Cizîrê Ebdulselam Ehmed axivî û hêvî kir ku sala nû bibe sala aştî û aramiya Sûriyeyê.

Ebdulselam Ehmed bal kişand ku dewleta Tirkiyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li Sûriyeyê hemû rê û rêbaz bi kar anîn û got “Mînakên vê yekê; dewleta Tirk hemû rê û rêbaz bi karanîn da ku destwerdanê di herêmê de bike. Di serî de bi navên cuda komên çete derbasî Sûriyeyê kirin û li vir hemû kiryarên ne mirovî li hember sivîlan bi kar anîn. Li beramberî Cerablus û Babê ji Helebê derket. Niha jî dixwaze ji Idilbê vekişe da ku li bermaberî wî  êrîşî Efrînê bike. Tirkiyê dixwaze vê yekê bi riya peymanan bi Rûs re pêk bîne.”

Ehmed di berdewama axaftina xwe bal kişand ku li Bakurê Sûryeyê û Rojava sîstema Neteweya Demokratîk bi ser dikeve û ev tişt anî ziman “Ev proje roj bi roj serkeftinên mezin bi dest dixe. Bi saya vê sîstema binsaiya herêmê û ewlehiya wê hatiye parastina. Di navbera hemû pêkhateyan, kurd, ereb, suryan û asur de jiyaneke hevbeş heye. Divê ev sîstem hê bêtir were pêşxistin.”

Di civînê de her wiha Hevserokê Buroya Têkiliyên TEV-DEM‘ê ya navçeya Til Hemîsê Heyal El-Xiweyir axivî û ev tişt anî ziman “Bi saya keda şehîdan ên ku bi xwîna xwe welat avdan em li vir kom bûne. Hêviyên me hemûyan pêşerojeke azad û demokratîk e, ev jî di bi sîwana sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêk tê. Bi hevgirtina xwe me êrîşên li ser herêmê pêk birin.”

Civîn bi nîqaşan berdewam kir. Di nîqaşan da banga xurtkirina hevgirtinê hate kirin.

(bb)

ANHA