Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tevgera di sûka El-Hedîd a Reqayê de baş dibe

XALID CUMA / HEMED EL-MUSTEFA

REQA – Tevgera li mezintirîn bazarên Reqayê Sûka El-Hedîd (bazara pêdiviyên avakirina avahiyan) vegeriya, her wiha buhayên di sûkê de jî bi awayekî ber biçav daketine. Bazirganan diyar kirin ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de hemû madeyên avakirinê ji Tirkiyeyê dihatin.REQA- MHMLA REQA NUKA TI VEKIRIN (1)

Piştî ku gelek tax û deverên bajarê Reqayê ji mayînên çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin, vegera welatiyan dest pê kir û bi vê yekê bazarên bajêr jî ji nû ve hatin vekirin. Yek ji van bazaran sûka El-Hedîd e ku têde hemû pêdiviyên avakirina avahiyan tên firotin. Sûka El-Hedîd di sala 2006’an de li aliyê rojhilatê bajêr hatiye avakirin.

Di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de jî Sûka El-Hedîd xwedî girîngiyeke mezin bû, nemaze çeteyan hemû madeyên avakirina avahiyan ji Tirkiyeyê werdigirtin û li seranserî herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de bûn belav dikirin û bi taybet ji bajarê Mûsilê yê Îraqê re dişandin, nemaze piraniya bazirganan di wê demê de alîgirên DAIŞ’ê yên ji bajarê Mûsilê bûn.

ABSIL REHMAN

Di vê derbarê de bazirganê bi navê Ebdilrehman El-Hemed diyar kir ku çeteyan madeyên sereke yên avakirina avahiyan weke çemento gelekî buha difirotin wan.

El-Hemed di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê hemû madeyên avakirina avahiyan ji Tirkiyeyê werdigirtin û bi buhayeke bilind difirotin bazirgan û welatiyan. Aliyên ku ji bazirganiya van madeyan sûd werdigirtin tenê dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê bûn.”

STAM

Bazirganê bi navê Stam El-Hesen di derbarê heman mijarê de wiha got: “Dukana min ji ber hovîtiya çeteyan ziyan pê bûye. Ez ê dukana xwe sererast bikim û bazirganiya xwe berdewam bikim. Tevgera di bazarê de her diçe baştir dibe nemaze ji ber ku welatiyên vedigerin malên xwe zêde dibin.”

(jh)

ANHA