Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tevgera Kevana Zêrîn: Em ê bi îdeolojiya Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin

EFRÎN – EndamênTevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê li dijî polîtîkeyên hikûmeta Tirkiyê banga çalakiyan kirin û gotin ku ew ê bi îdeolojiya Ocalan asta têkoşîna xwe mezin bikin.

Endamên Tevgera Kevana Zêrîn bi daxuyniyekê bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ciddî nêzî bibin û ji bo diyarkirina rewşa wî bixebitin.

Daxuyaniya Tevgera Kevana Zêrîn bi amadebûna bi dehan endamên tevgerê li ber avahiya Desteya Çandê ya kantona Efrînê hate dayîn. Daxuyanî  ji aliyê endama tevgerê  Nazilê Xemîs ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:”Destpêkê, em wekî Tevgera Kevana Zêrîn  bejna xwe li hember berxwedaniya rêberê leheng û kesayeta dîrokî yê ji cîhanê re îsbat kir ku ew rêberekî neteweyî û ji bo gelên bindest têdikoşe, ditewînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 18 salan di girtîgehê de ye, li hemberî tecrîda ku  desthilatariya faşîzm  feriz kiriye li ber xwe dide. Ji beriya du salan ve agahî jê nehatin girtin, rewşa wî ya ewlehî nayî zanîn. Lê agahiyên derbarê nebaşbûna tenduristiya wî belav bûne. Armancên belavkirina van agahiyan ew e ku rihê berxwedanê di hundirê me de were vemirandin.

Bi nave Tevgera Kevana Zêrîn a Jin em nêzîkatiyên ne rewa, bê exlaqî yên dewleta Tirk derheqê Rêber APO bi tundî şeremzar dikin û bang li rêxistinên mirovî yên mafê mirovan û  neteweyên yekbûyî dikin ku li hemberî nêzîkatiyên Tirkiyê bi ciddî nêz bibe û Rêber APO azad bike.

Her wiha em bang li gelê me yê berxwedêr ê Efrîn, bajar û gundên wê dikin ku çalakiyên xwe ji bo azadiya Rêber Ocalan berdewam bikin û li derdora rêbertî bi civîn. Em ê ji cîhanê re isbat bikin ku em bi dil û cane xwe bi rêberê xwe re ne. Em ê bi îdeolojiya Rêberê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin”.

Daxuyanî bi dirûşmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA