Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tevî astengdariyê wêneyan xêz dike û beşdarî pêşengehan dibe

Dîmen

TEBQA – Zikra Humsî tevî astengeriyê wêneyan xêz dike, gelek tabloyên wê hene û beşdarî gelek pêşnegehan bûye.ZIKIRA

Zikra li bajarê Tebqayê xwendiye û gelekî serkeftî bû, di 12 saliya xwe de dest bi wênexêziyê kir û bi tabloyên xwe beşdarî gelek pênengehan bû.

Ji ber Zihniyeta baviksalarî ku dibêje pêdiviya jinê bi domandina xwendinê nîne ji ber ku wê herî dawî wê bizewice, Zikra nikarîbû xwendina xwe bidomanda.

Di 16 saliya xwe de Zikra bi nexweşiyekê dikeve, piştî salekê êdî nema dikarîbû tev bigere û li salekê li malê ma.TEBQA-CIROKA-DAYIKEKE ‫(170852868)‬ ‫‬

Piştî 10 salan, diranên wê êşiyan û çû li ser doktor. Wê demê doktor jê dixwazin ku dermanên kîmawî nexwe û bi gihayan xwe derman bike.

Dema ku Zikra bi riya gîhayan xwe derman kir, rewşa wê baş bû û serdana Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bû. Zikra di beşê wênexêziyê de cih girt û beşdarî 4 pêşengehên li Tebqayê û Reqayê bû.

Piştre Zikra xwendina xwe domand û dibitana amadeyî bi dawî kir. Lê malbatê destûr neda ku biçe kolêja hunerê li zanîngeha Şamê bixwîne.

Dema ku çeteyên DAIŞ′ê bajarê Tebqayê dagir kir, gelek tabloyên wê teqandin.

Bi rizgarkirina bajarê Tebqayê di 10′ê Gulanê de, hêviyên Zikra ji nûve şîn bûn û niha amadekariya projeyeke xêzkirina tabloyan dike.

(mm)

ANHA