Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tevî hemû zehmetiyan, kêfxweşin ku jiyaneke bi ewle dijîn

Dîmen

TEBQA – Tevî hemû zehmetiyên jiyanê, koçberên ku li bajarê Tebqayê bi cih dibin kêfxweşin ku di nava ewlehiyê di dijîn.TEPQA-JIYANEKE-BI-EWLE1 (2)

Li gorî Buroya Kar û Barên Rêxistinan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Tebqayê, li bajar û gundewarên Tebqayê 300 hezar koçber bi cih bûne. Koçber ji herêmên di destê rêjîma Baas, dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ′ê de ne.

Bajarê Tebqayê ji aliyê şervanên QSD′ê ve hat rizgarkirin û niha ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve tê parastin. Koçberên li herêmê bi cih dibin jî, tevî hemû zehmetiyan û kêmbûna pêdiviyên jiyanî, kêfxweşin ku di ewlehiyê de dijîn.

Koçberê bi navê (E.H) yê ji bajaroka Meskenê ya gundewarên rojhilatê Helebê ya di destê rêjîma Baas de, behsa hezmetiyan ku wan li ser koçberiyê kişandin kir û kiryarên rêjîmê wiha vegot: ″Em 6 mehan rastî kiryarên leşkerî yên rêjîma Baas ku tu cûdahiyê naxe navera biçûk, mezin, sivîl û çeteyan de, hatin. Balafirên rêjîmê jî her li ser me digeriyan û me nizanî kîjan kêliyê dê me topbaran bike. Zarokên me tî û birçî bûn.″TEPQA-JIYANEKE-BI-EWLE1 (3)

Koçberê bi navê (E.H) yê  ji herêma Dêr Hafir a gundewarên rojhilatê Helebê ku ew jî di destê rêjîma Baas de ye, got ku dema ew dihatin bajarê Tebqayê li ser rê gelek hezmetî dîtin û wiha domand: ″Em 15 rojan gihîştin Tebqayê. Dema em gihîştin herêmên rizgarkirî, şervanên QSD′ê  em pêşwazî kirin û av dane me.″

(mm)

ANHA