Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tevlîbûna nava YJŞ`ê didome

ŞENGAL – Akademiya Şehîd Berîvan dewreya Şehîd Rihan a şervanên YJŞ’ê a profersonetliyê bi merasîmekê bi dawî bû.

Akademiya Şehîd Berîvan dewreya Şehîd Rihan ku piştî 4 meh perwerde ditin bi merasîmekê bi dawî bû. Di akademiyê de waneyên wekî; Dîroka Jin, dîroka Kurdistanê û Êzidxanê, dîroka Rojhilata navîn, jineolojî û her wiha tektîkên şer û perwerdeya leşkerî dîtin. Armanca vê akademiyê jinên ciwan ên YJŞ’ê xwe di aliyê fikrî, bîrdozî û tektîkên şer de xwe gihandina asta profesyoneltiyê ye.

Di merasîm de Fermandariyên YJŞ’ê, dayikên şervanan û şehîdan amade bûn.

Şervanên YJŞ’ê merasîmek leşkerî dar xistin. Piştre fermandariya YJŞ’ê Rosyar Vejîn axivî û dewre li şervanan pîroz kir û wiha got: “Di wextek ku hemû hêzên hemegomun û desthildar di şexsê jina êzidî de dixwazin civak Êzidî îradaya ku piştî fermanê di aliyê jinê ve pêş ketî bi êrişên Xanesorê dixwazin bişkînin. Lê ev dewre û jinên îro xwe perwerde kirine em wekî YJŞ’ û jinên êzidî soz didin ku em ê tola hemû jinên Êzidî û şehîdên 3’ê adarê hildin.”

Vejîn her wiha bi boneya cejina Newrozê cejin li hemû şervan û jinan pîroz kir û wiha pê de çû: “ Êdî jinên êzidî ne ew jinên beriya fermanê ne ku her hêz bixwaze jinê li gorî xwe kar bîne. Jinên Êzidî di şexsê Bêrîvan û Rihanan bi sekn û têkoşîna xwe îspat kiriye ku jinên êzidî dikarin bi destê xwe tola 73’ê fermanan rakin. Herî dawî di şexsê şehîd Nazê de xwestin îradeya jinên Êzidî bişkînin, lê em jî dijmin re dibêji  em tola Nazêyan û hemû şehîdên xwe rakin.”

Di dawiya merasîmê de şervanan sond xwarin û bawernameyên xwe wergirtin.

(kc)

SINGAL-TEVLIBUNA-DI-NAV-YJS3 SINGAL-TEVLIBUNA-DI-NAV-YJS1 SINGAL-TEVLIBUNA-DI-NAV-YJS SINGAL-TEVLIBUNA-DI-NAV-YJS4