Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tewambarê Helebê 5 salan; Erdogan e

ANALIZ

Azîz Koyluoglu

NAVENDA NÛÇEYAN– Ji kîjan aliyan em lêbinêrin tewambarê rewşa Heleb, Sûriyê dewleta Tirk û Erdogan e. Pênç salên dawî yên li Helebê şerên dewleta Tirk û rejîma Esad bû. Dewleta Tirk di sala 2012’an de di ser bajarê Ezazê re komên girêdayî xwe derbasî Helebê kir. Ev komên çekdar bi alîkariya dewleta Tirk, Erebîstana Sûdî û Qatar li dijî rejîma Esad şerek dijwar dan destpêkirin. Ev şer  ev 5 sale bi alîkarî û tevlîbûna hêzên taybet yên dewleta Tirk didome. Îro li Helebê rewşek nû heye. Piştî 5 salan rejîma Esad bi alîkariya Rûsya-Îran, li ser navenda bajarê Helebê serweriya xwe çêkir. Ev serwerî çiqas wê bidome ne diyar e. Lê tişta tê xuyakirin ku çawa şerê Helebê bi destê dewleta Tirk hat despêkirin, radest kirina Helebê jî bi destê dewleta Tirk bû.

Bazirganê Helebê Erdogan û dewleta wî niha ji bo Helebiyan hawar dike. Lê komên çekdar yên li nava Helebê jî dibêjin ku “Erdogan ew firotin”. Ev gotin rastiya niha ya li Helebê dide diyarkirin.

Heleb di şerê li Sûriyê de bibû girêka herî dijwar, heta niha jî ev girêk nehatiye çareserkirin  û rewşa heyî ya lihevkirina Rûsya û Tirkiyê  jî çareser nake. Dibe ku aloztir bike.

Şerê li Helebê di  16′ê  Tîrmehê bi xwepêşandanan dest pê kir. Rejîma Sûriyê piştî wêneyên Beşar Esad hatin dirandin, êrîşî xwepêşandanan kirin. Ev ji bo Helebê bû roja destpêkirina şer. Berî niha li Deraa, Humis û Hema di navbera rejîma Sûriyê û komên çekdar de şer dest pê kiribû. Lê Heleb xwe ji vî şer û aloziyê dûr digirt. Bi taybet ji ber ku navenda aboriya Sûriyê bû, gelên bajar nedixwestin aloziya heye derbasî nava bajarê wan bibe. Lê planên dewleta Tirk ya ji 2003’an heta niha ji bo Sûriyê hebû û dagirkirina wê yanî guhertina rejîma Sûriyê xistibû plana xwe. Ev ne  tenê plana dewleta Tirk bû, di heman demê dewletên wek Erebîstana Sûdî û Qatar ji bo bandoriya Îran li Rojhilata navîn lewaz bike, di nava vê planê de bû.

Li Sûriyê tevgerbûna dewleta Tirk lewaz bû, ji bo wê jî di destpêkê de destek da komên nêzîkî Birayên Mislimanan. Birayên Misliman armancên wan yên serbixwe hebûn û ev ne di berjewendiyên dewleta Tirk de bûn. Ji bo wê di demek kurt de hêza Exwanê Misliman li Sûriyê bi giştî lewaz kir. Ev hişt ku komên radîkal yên girêdayî dewleta Tirk zêdetir li herêmê bi bandor bibin. Yek ji wan koman jî Cebhet El Nusra bû. Cebhet El Nusra koma herî radîkal ya li herêmê bû û ji aliyê dewleta Tirk ve dihat destekirin. Ev destekdayîna El-Qaîda li Sûriyê di heman demê de bingeha DAIŞ ′ê jî da avakirin.

Domandina şerê li Helebê û kuştina bi hezaran mirov, encama siyaseta Erdogan bû. Trajediya komên çekdar yên îro li taxên rojhilatê Helebê jiyan dikin û neçar man ji vir derkevin jî sedem siyaseta Erdogan e.

Piştî ku Erdogan hewldana darbeya leşkerî ya 15′ê Tîrmehê bi alîkariya Rûsya bin xist, xwe nêzîkî Rûsya kiribû. Ev nêzîkbûn bi xwe di siyaseta Sûriyê de guhertin çêkir. Guhertina yekê komên girêdayî Tirkiyê xwe ji gelek herêmên di bin serweriya wan de bûn vekişandin û xwe rasdestî rejîmê kirin. Gava duyemîn herêmê dibin serweriya komên çekdar de bûn, hatin dorpêçkirin. Li beramberî vê dorpêçê, wekî berê hewldanek şikandinê nehat pêşxistin. Dewleta Tirk û Erdogan li beramberî wan rûdanan bêdeng bûn. Sedema vê bêdengiya Erdogan bi dagirkeriya herêma Şahbayê eşkere bû. Erdogan li beramberî Şahba, Heleb dabû rejîmê.

Berî niha min dabû xuyakirin ku ‘ Erdogan yan Rûsan yan komên çete yên girêdayî xwe dixapîne’. Li vir eşkere bû ku Erdogan ji bo berjewendiyên xwe, siyaseta xwe ya li Sûriyê de diçe guhertinan û komên çete yên li Helebê xistiye bazarê. Erdogan, çeteyên ku Şahba dagirkirine, bi armanca şikandina dorpêça Helebê tevger dikir. Lê êdî xuya bû ku tu armancek Erdogan bi vî rengî tune ye. Berovajî wê, êdî dev ji siyaseta xwe ya li Suriyê ya 5 salan ber dide. Ev devjêberdan şikestinek pir mezin di siyaseta dewleta Tirk de ye. Erdogan û dewleta wî niha ketine lêgerîna vê şikestina ji bo berjewendiyê xwe, herî kêm li dijî hêzên demokratîk û şoreşger çewa bi kar bîne. Dixwaze komên çekdar yên ku ji Helebê derxistine, li herêma Şahba bi cih bike û li dijî hêzên şoreşger bide şerkirin.

Erdogan bi tasfiyekirina komên çete yên xwe yên li Helebê, dixwaze ji Rûsya û rejîma Sûriyê re bêje  muhatabê we ez im. Tê xuyakirin ku him Rûsya him rejîma Sûriyê wê li gorî wê tev bigerin. Ji niha ve di navbera dewleta Erdogan û Rûsya derbarê mijara Sûriyê de danûsitendin dest pê kirin. Ev jî him valaderxistina Ewrûpa him jî Amerîka ye. Ev têkiliyên dewleta Tirk ya bi Rûsan, di mijara Sûriyê de him rejîma Sûriyê yan jî beşek ji wê, him jî Îran gelek aciz dike. Îran xurt kirina têkiliyên Tirk û Rûs ji bo xwe wek metirsiyek mezin dibîne. Bi taybet di mijara Sûriyê de.

Rûsya ji bo berjewendiyên xwe yên cîhanî li ser Sûriyê bi dewleta Tirk re ketiye nav bazaran. Heleb encama wan bazarên wan bû. Ji destpêkê ve şerê li Helebê encama siyaseta dewleta Tirk bû. Niha jî tasfiyekirina komên çekdar yên nava Helebê jî encama siyaseta dewleta Tirk e.

Ka em binêrin wê Tirkiyê heta ku bi Rûsya re tev bigere…