Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Ti kes nikare di derbarê herêmên QSD’ê de biryaran bistîne’

MEDYA HENAN / YEHYA EL-HEBÎB

QAMIŞLO – Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku nevexwendina Kurdan di konferans û civînên çareserkirina aloziya Sûriyeyê de, nîşan dide ku daxwaza van aliyan a çareseriyê tune ye û piştrast kir ku lihevhatinên siyasî ku behsa wan tê kirin girêdayî herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyeyê de ye û wiha got: “Ti kes nikare di derbarê herêmên QSD’ê de biryaran bistîne”.

Di derbarê civînên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û lihevhatinên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên girêdayî Sûriyeyê de, Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî.

Nevexwendina aliyên çalak piştrast dike ku daxwaza wan a çareseriyê tune ye

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de behsa civîna Riyad 2 kir ku komên opozîsyonê yên girêdayî hêzên herêmî û navnetewî kir û wiha got: “Hewldanên guhertina Desteya Bilind a Danûstandina hene û lê şaştiyên berê dubare dibin, nemaze hêzên sereke yên li ser erdê çalak in ku xwedî hêz û projeyên çareseriyê ne nayên vexwendin.”

Îlham Ehmed bal kişand ku nevexwendina Meclîsa Sûriya Demokratîk û nûnerên Bakurê Sûriyeyê di van civînan de nîşan dide ku aliyên qaşo ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê tevdigerin “di dema niha de çareserkirina aloziya Sûriyeyê naxwazin”.

Heta beriya destpêkirina Soçî guhertin pêkan e

Di derbarê vexwendina Kurdan a beşdarbûna konferansa Soçî de ku di bin sponseriya Rûsyayê de tê meşandin Îlham Ehmed wiha got: “Pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ji bo beşdarî Soçî bibin cûda hatin vexwendin. Rûsya dibêje ku dê Rêveberiya Xweser vexwîne konferansê, vexwendin hêjî heye, lê dibe ku heta saetên dawî yên beriya destpêkirina konferansa diyaloga niştimanî, guhertin pêk werin.”

Lihevhatinên pêk werin dê girêdayî herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyeyê de bin

Di derbarê lihevhatina dawî ya di navbrea Tirkiye, Rûsya û Îranê de ya bi navê lihevhatina siyasî ya li Sûriyeyê ku di dezgehên çapemeniyê de behsa wê tê kirin, piştî serdana ji nuşka ve ya serokê rêjîma Sûriyeyê li Rûsyayê û hevdîtina wî bi Potîn re Îlham Ehmed wiha got: “Ti kes nikare di derbarê herêmên QSD’ê de biryaran bistîne. Bi vê yekê tenê herêmên di bin serweriya çeteyên Tirkiyeyê de ne dimînin. Lihevhatinên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêk werin dê girêdayî heman herêman bin û ji vê yekê re dibêjin (lihevhatina siyasî)”.

Îlham Ehmed diyar kir ku lihevhatina ku behsa wê tê kirin “asta hêza van hersê aliyan di radestkirina komên çete ji hêzên rêjîmê re digre dest û li hemberî wê hebûna Tirkiyeyê di Idlibê de qebûl bikin, di bin merca ku hemleya li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û komên din ên di Idlibê de were destpêkirin.”

Tirkiye amade ye dest ji her tiştî berde da ku êrîşî Efrînê bike

Di derbarê gefxwarinên Tirkiyeyê de yên êrîşa li dijî herêma Efrînê û amadebûna wê ya destberdana ji her tiştî da ku armanca xwe pêk bîne, Îlham Ehmed axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye dixwaze û hewl dide êrîşî Efrînê bike û amade ye dest ji her tiştî berde da ku serweriya xwe li ser Efrînê ferz bike. Her wiha zextê li hemû aliyan dike da ku vê armanca xwe pêk bîne. Lê mijara êrîşa li dijî Efrînê ne girêdayî helwesta Rûsya û rêjîma Sûriyeyê ye, ji ber ku li vir gelek hêzên xwedî giranî hene û di serî de gelê Kurd li Efrînê ye.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku dibe ku Tirkiye êrîşekê li dijî Efrînê pêk bîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Divê Tirkiye nas bike ku êrîşa wê ya li dijî Efrînê dê bigihîne çi encamê?. Eger Tirkiye êrîşî Efrînê bike, bê guman dê derbeyên giran bixwe.”

Tirkiye sozên xwe pêk nîne divê her kes vê yekê nas bike

Îlham Ehmed got ku helwestên Tirkiyeyê her tim tên guhertin û dema tiştekî dibêje di roja din de ji soza xwe paşve dikişe û wiha anî ziman: “Mijara erêkirina Tirkiyeyê ji mayîndina Beşar El-Esed di desthilatdariyê de ji bo Tirkiyeyê mijara ‘lihevhatinê’ ye û ji bo wê weke vexwarina piyaleke avê ye, dibêje dê razî bibe û di roja din de paşve vedikişe. Lê tişta girîng li vir ew e ku asta baweriya aliyên din bi van sozên Tirkiyeyê ye, beriya niha jî sînorên helwesta Tirkiyeyê hatin diyarkirin, lê dîsa jî evan sînor derbas kirin.”

Îlham Ehmed da zanîn ku daxwazên Tirkiyeyê yên di Sûriyeyê de ji mayîndina Beşar El-Esed di desthilatdariyê yan êrîşa li dijî Efrînê yan mayîndina li Idlibê de gelekî mezintir in. Armanc û projeyên wê di Sûriyeyê de mezin in, divê hemû hêz vê yekê nas bikin, eger evan hêz ji tecrûbeyên berê sûd werbigirin, ti carî baweriyê bi sozên Tirkiyeyê nakin.”

‘Kesên dixwazin aloziya Sûriyeyê çareser bikin li ber nerazîbûna aliyekî nasekinin’

Li ser pirsa di derbarê hincetên aliyên navnetewî yên ku sponseriya konferansên girêdayî Sûriyeyê dikin de û nevexwendina Kurdan bi nerazîbûna Tirkiyeyê yan aliyekî din ve girê didin, Îlham Ehmed wiha got: “Evan hincet ji ti aliyan ve nayên qebûlkirin û ti rastiyeke wê tune ye, Tirkiye hewl dide Kurd di Soçî de neyên vexwendin, ji ber vê yekê eger Rûsya dixwaze çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bike, divê li ber nerazîbûna aliyekî nesekine.”

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di encamê de Kurd dê beşdarî danûstandinên ji bo Sûriyeyê bibin û çareserî dê ji aloziya Sûriyeyê re were peydakirin ji ber ku Kurd xwedî projeya çareseriyê ne.”

(jh)

ANHA