Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Ti qanûneke tecrîda li ser Ocalan rewa dike tune ye’

HATE NÛKIRIN

LÎNA CANGÎR

QAMIŞLO – Parêzer û hiqûqnasên navçeya Girkê Legê gotin ku berdewama tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti bingeheke wê ya qanûnî û hiqûqî di cîhanê de tune ye.

Di çarçoveya helwestên li dijî tecrîda hikûmeta AKP’ê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, parêzer û hiqûqnasên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo di hevdîtinên bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re bang li rêxistinên navnetewî û hiqûqî yên cîhanê kirin ku li gorî pîvanên qanûnî tevbigerin û tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin û rewşa wî ya tenduristî jî ji raya giştî re zelal bikin.MOHAMED EAMIN SLIMAN

Parêzerê bi navê Mihemed Emîn Silêman di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê rêbazên derexlaqî li dijî Rêber Ocalan dimeşîne.”

Silêman destnîşan kir ku li gorî qanûnên navnetewî, girtî dikare hevdîtinan bi parêzer û malbata xwe re pêk bîne û ev mafê herî asayî di qanûna navnetewî de ye û wiha domand: “Ti qanûn û pîvanên navnetewî û mirovahî van kiryarên dewleta Tirkiyeyê qebûl nakin.”

Silêman di berdewama axaftina xwe de got ku Ocalan Rêberê gel û şoreşê ye û ti karekî terorîst weke ku dewleta Tirk îdîa dike pêk neaniye û berûvajî wê dewleta Tirk rojane gundan topbaran dike û bi hezaran welatiyên sivîl dikuje û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Rêber APO rêberê gelên bindest û rêberê şoreşê ye. Ji mafê me ye em rewşa wî ya tenduristî nas bikin.” Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan kir ku destwerdana xwe bikin û zextê li ser Tirkiyeyê zêde bikin û tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin.EMAD ALXARBI

Girêdayî heman mijarê parêzerê bi navê Îmad El-Xerbî got ku rêgirtina li pêşiya parêzeran da ku serdana Ocalan bikin û ferzkirina tecrîda li ser wî tê wateya ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze rastiyan veşêre û wiha got: “Rayedarên Tirkiyeyê rê li pêşiya parêzeran digirin ku hevdîtinên xwe bi Ocalan re pêk nînin. Ti qanûneke vê yekê rewa dike tune ye.”

El-Xerbî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke parêzer û hiqûqnas ti carî vê zulmê û tecrîda li ser Rêber Ocalan qebûl nakin. Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî dikin ku edaleta xwe pêk bînin û rê li pêşiya parêzeran vebikin da ku karibin hevdîtinê bi miwakîlê xwe Ocalan re pêk bînin û rewşa wî ya tenduristî zelal bikin.”

(jh)

ANHA