Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Til Hemîs…2 sal piştî rizgarkirinê

Dîmen

SÎPAN SILO – ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku bajaroka Til Hemîsê hat rizgarkirin, şêniyên wê xwe birêxistin kirin û dixwazin ku Sîstema Federal were rûniştandin, da jiyaneke azad û bi rûmet bijîn.DOSYA-TIL-HEMIS 2

Piştî du salan ji rizgarkirina bajaroka Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ′ê, şêniyên wê li ser bingeha Rêveberiya Xweser xwe birêxisitin dikin û jiyaneke nû dane destpêkirin.

Bajaroka Til Hemîsê 46 km dikeve başûr rojavayê bajarê Tirbespiyê. Şêniyên herêmê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê, gelek zulm dîtin. Bajarok ji aliyê gelek komên çete ve hat dagirkirin û di 27′ê sibata sala 2015′an de ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve hat rizgarkirin.

Di 12′ê sibata sala 2013′an bajarok ji aliyê Lîwa 313 û çeteyên Ehrar El-Şam ve hat dagirkirin û navê ″Fetih Til Hemîs″ lê hat kirin. Di hin dîmenan de tê xuyakirin ku çeteyên Lîwa 313 Endamên rêjîma Baas di depoyên genim de girtine. Van çeteyan gelek zulm li şêniyên herêmê kirin. Bi ser de balafirên rêjîma Baas jî bajarok bombebaran kir, di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.DOSYA-TIL-HEMIS 4

Pevçûnên di navbera çeteyan de

Piştî 9 mehan ji dagirkirina bajarok, di navbera çeteyên Lîwa 313 de pevçûn qewimîn. Ji ber vê bajarok di bin serweriya çeteyên Ehrar El-Şam, Ketîbeyên Beyariq El-Rehman û Lîwa El-Tewhîd de ma. Piştre ji çeteyên DAIŞ′ê ji Iraqê hatin û bajarok dagir kirin.

Di wê demê de, çeteyên DAIŞ′ê derbasî axa Sûriyê bûn û dest danîn ser bajarokên Hol û Şedadê. Til Hemîs jî heta nîsana sala 2014′an de, di bin serweriya çeteyên Ehrar El-Şam de ma.

Serweriya DAIŞ′ê

Di nîsana sala 2014′an de, çeteyên DAIŞ′ê berê xwe dan bajaroka Til Hemîsê. Çeteyên Ehrar El-Şam jî nikarîbû li hember li ber xwe bide û bajarok radestî DAIŞ′ê kirin.DOSYA-TIL-HEMIS 1

Piştî ku DAIŞ′ê dest danî ser bajarokê, dest bi kiryarên xwe yên hov kirin û tirs xistin dilê gel. Ajokarekî ku li ser xeta Qamişlo-Til Hemîs dixebite, got ku çeteyên DAIŞ′ê erebeya wî jê xwestine, lê ew tevî erebeya wî reviyaye. Çeteyan piştre ew kuştin.

Çeteyan ji bajaroka Til Hemîsê êrîşî herêmên Kantona Cizîrê dikirin. Ji wir bi dehan erebeyên bombebarkirî birê diketin ber bi bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa ve, diçûn da di nava sivîlan de bêne teqandin. Ji ber vê şervanên YPG/YPJ′ê ji bo rizgarkirina sivîlan û parastina wan, du  oerasyon dane meşandin. Ya yekem ji ber rewşa hewayê biser neket, ya duyem jî bi 3 baskan hat destpêkirin û bi beşdariya bi dehan ciwanên herêmê, bi ê

Rizgarkirina Til Hemîsê

Şervanên YPG/YPJ′ê di 27′ê sala 2015′an de rizgarkirina bajaroka Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ′ê ragihandin. Piştre jî şêniyên herêmê vegeriyan warên xwe, bajaroka xw jinûve ava kirin, civaka xwe birêxistin kirin û bi xwe, xwe birêve birin.

Şêniyên bajarokê bi riya avakirina Komîn û Meclîsan jiyana xwe birêxistin kirin û gel bi xwe herêma xwe birêve bir. Her wiha bi riya Saziyên Rêveberiya Xweser jî, xebatên xizmetê li herêmê hatin meşandin, hemû pêdiviyên şêniyan hatin bicihanîn û pirsgirêkên wan hatin çareserkirin.

Piştî ku projeya Federaliya Bakurê Sûriyê hat pêşînyarkirin, şêniyên herêmê destek dan û dane zanîn ku ew amade ne di çarçoveya Sîstema Federal de, xebatên xwe bidin meşandin.

SAMIR ALYESAR

 

Rûsipiyê eşîreya Şerabiyan Samir El-Yeşar got ku ew dixwazin li gorî projeya Federaliya Bakurê Sûriyê bijîn û wiha domand: ″Federalî misogeriya yekîtiya Sûriyê ye. Em vê projeyê destek dikin.″

Samir anî ziman ku di 18′ê nîsana sala 2016′an de, yekem civîn ji şêniyên bajarokê re hat lidarxistin, têde projeya Federal hat şîrovekirin û di encamê de hat destnîşankirin ku Federalî çareseriya herî guncaw a azadî, edalet û avakirina Sûriyeke demokratîke.

MIHEMED SALIH

Endamê Komîteya Lihevanînê ya herêmê Mihemed Salih da zanîn ku şêniyên Til Hemîsê hêvî dikin ku jiyaneke azad û birûmet bijîn. Salih wiha got: ″Til Hemîs ji aliyê gelek komên çete ve hat dagirkirin. Lê piştî pêkanîna Rêveberiya Xweser, em têgihiştin ku ev sîstem tekane riya avakirina Sûriyeke demokratîk û jiyana azade.″

(mm/dc)

ANHA