Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tîma şehîd Zehredîn di turnovayê şehîd Zîlan de bi serket

HELEB – Tîma Şehîd Zehredîn di turnovoya Şehîd Zîlan a fotbolê ya li bajarê Helebê hatiye organîzekirin de, bi serket.HLB-DEWIKERENA-DEWREYA-FOOTBALE-AYA-SAHID-ZELAN-LI-HELEB ‫(163643905)‬ ‫‬

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ya bajarê Helebê, bi armanca belavkirina ruhê biratiyê û xurtkirina têkliyan di navbera aliyên civakê de, bi rêya sporê ku mînaka jiyana tendurist û xweşiyê ye, turnovoyek fotbolê wek rêzgirtin û bîranîna şehîd Zîlan di salvegera şehdeta wê de, li ser navê şehîd Zîlan organize kir.

Di turnovayê de 14 tîmên forbolê ji giştî bajarê Helebê beşdar bûn. Tîma şehîd Zehredîn piştî serkeftina li hemberî tîma Şêx Xidir bi encamê 6-4, hat tacîdarkirin.

Di matşa dawî ya turnovayê de, ku li stadyoma taxa Biêdînê hatiye lidarxistin de, endamên saziyên sivîl û bi dehan şêniyên ji giştî Helebê, her wiha Hêzên Asayîşê û endamên  Heyva Sor a Kurd, amade bûn.HLB-DEWIKERENA-DEWREYA-FOOTBALE-AYA-SAHID-ZELAN-LI-HELEB ‫(1)‬

Piştî matş bi dawî bû, endama rêveber a YCR`ê ya bajarê Helebê Zinarîn Ehmed axivî û destnîşan kir ku armanca organîzekirina vê turnovayê ew e ku ruhê komînal di navbera ciwanên civakê de bi hêz bibe û ciwan li ser esasê rêgeza netewa demokratîk di rêya sporê re bên rêxistinkirin.

Paşê Komîteya Sporê ya girêdayî YCR`ê xelat li hersê tîmên pileya yekem, duyemîn û sêyem belav kirin. Tîmên serkeftî evin: şehîd Zehredîn (pileya yekem), Şêx Xidir (duyemîn) û ya Çand û Huner (sêyem).

Merasîma tacîdarkiirnê, bi girêdana govendên li ser awaz û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, şehîd Zehredîn di sala 2013`an de di bersivdayîna êrîşên çeteyan li ser taxa Şêxmeqsûd de, şehîd bû.

(rr)

ANHA

HLB-DEWIKERENA-DEWREYA-FOOTBALE-AYA-SAHID-ZELAN-LI-HELEB ‫(163643906)‬ ‫‬ HLB-DEWIKERENA-DEWREYA-FOOTBALE-AYA-SAHID-ZELAN-LI-HELEB ‫(163643907)‬ ‫‬ HLB-DEWIKERENA-DEWREYA-FOOTBALE-AYA-SAHID-ZELAN-LI-HELEB ‫(163643908)‬ ‫‬ ZINARIN EHMED