Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tîma Terîq li hember Berxwedan bi ser ket

HAT NÛKIRIN

QAMIŞLO – Tîmên Terîq û Berxwedanê li stada Şehîd Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo maçeke fotbolê lîstin û di encamê de tîma Terîq bi ser ket.

Di maçê de bi dehan welatiyên bajarê Qamişlo, nûnerên Rêveberiya Xweser, Serokê Meclîsa  Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, Hevserokatiya Desteya Darayî Remziye Mihemed û Xalid Mihemed, serokên navendên sporê û Serokê Yekîtiya Sporê Delîl Ebas, amade bûn.

Maça dawî ya tunovoya ku 6′ê Nîsanê dest pê kiriye de, li stada Şehîd Heysem Kiço di navbera tîmên Terîq û Berxwedan hat lidarxistin. Di encamê de tîma Terîq bi ser ket.

Di dawiya turnovoyê de tîmên ku beşdar bûne hatin xelatkirin.

(mm)

ANHA