Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tirkiyê ava Firatê qut dike, ceyran li Minbic kêm bûye

KAMÛRAN  XOCE

MINBIC- Rêveberê Komîteya Xizmetguzarî yê bajarê Minbicê Mihemed Reşo destnîşan kir ku dewleta Tirk ava Firatê li ser xaka Sûriyeyê qut dike, ev jî dibe sedema ku ceyran li Minbicê  û gundewarên wê bi temamî qut bibe.MOHAMED ALI RESO

Ceyrana bajarê Minbicê û gundewarên wê berê rojê 10 saet dihate dayîn, niha daketiye 8 saetan û eger dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser xaka Sûriyê hîn jî qut bike, dibe ku rojê tenê 4 saetan ceyran were dayîn.

Rêveberê Komîteya Xizmetguzarî Mihemed Reşo derbarê mijarê de ji ajansa me (ANHA) re axivî û got:ʺDema Minbic di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de bû dewleta Tirk av berdida. Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD’ê bajar û gundewarên wê rizgar kir niha asta avê daketiye û di kêliyekê de tenê 200-300 mav berdidin.

Reşo anî ziman ku li gorî hevpeymanên navdewletî divê dewleta Tirk di kêliyê de 500-700 m3 ava çemê Firatê berde xaka Sûriyeyê. HUSIN MOHAMED

Di berdewamiya gotinên Mihemed Reşo de hat gotin ku wan berî niha rojê 10 saet ceyran didan bajarê Minbicê û gundewarên wê û wiha berdewam kir:ʺ Rêveberiya Bendava Rojava (Bendava Tişrîn) agahî da ku av kêm bûye û em neçar man ku rojê tenê 8 saetan ceyranê bidin. Niha rojane av kêm dibe û me ceyran ji 8 saetan daxist 6 saetan.ʺ

Eger av neyê wê bendav nikarbe bixebitê û dibe ku mîna herêmên dîtir av bi temamî li ser Minbic û gundewarên wê were qutkirin.

Mator bidin bikaranîn

Reşo di nava gotinên xwe de anî ziman ku eger av qut bibe ew ê madeyên sotemeniyê bidin şêniyên Minbic û gundewarên wê, da ku gel bikarbe matorên xwe bidin bikaranîn.

`Mafê me heye em ji Firat sûdwerbigirin`EBDULQADER MOUHAMED

Welatiyê bi navê Hisên Mihemed li hemberî polîtîka Tirkiyê ya li ser Sûriyeyê acizbûna xwe anî ziman û wiha got: ʺEm weke şêniyên bajarê Minbicê kiryarên dewleta Tirk ên ji derveyî mirovahiyê şermezar dikin. Ji mafê me ye ku em sûd ji ava çemê Firatê wergirin. Tirkiyê avê li se me qut dike. Em bang li Saziyên Mafên Mirovan dikin ku vê yekê lêkolîn bikeʺ.

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk av zêde jî dida çeteyên DAIŞ û wiha got:ʺ Wextê çeteyên DIAŞ`ê li Minbicê bûn Tirkiyê bi miqdarekî zêde av dida çeteyên DAIŞ`ê û niha jî avê li ser me qut dike. Ev yek diyar dike ku Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê hevbeş dixebitîn û em her kesî jî dizanin ku erdoxan alîkarî dide terorê.

Her wiha welatiyê bi navê Abdulqadir jî got ku em gelekî aştîxwazin û mafê me heye ku em ava çemê Firatê bikarbînin.

(np)

ANHA