Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tirkiye demografiya Şehbayê diguhere

ANALÎZ

SILÊMAN EHEMD

ŞEHBA – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, di bin navê şerê bi terorê re, demografiya herêmên Şehbayê diguhere.

Asîmîleya rejîma Baasê

Li gorî daneyên dîrokî û agahiyên ji niştecihên herêmê hatin girtin; ji sedî 70 niştecihên resen ên herêma Babê kurd in. Lê ji ber polîtîkayên osmanî yên tirk-kirinê û polîtîkayên Baasê yên ereb-kirinê, ev niha bi zimanê erebî û Tirkî diaxivin. Bi taybet di dema çembera erebî de ev polîtîka li vir serwer bûn. Wê demê malbatên ereb û tirkumen sewqî van deveran dihatin kirin û li vir dihatin bicihkirin.

MÎT û plana herêma tampon

Lê bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, MÎT a Tirkiyê ev plan dom kirin. MÎT’ê tirkumenên girêdayî xwe anîn û li vr bicih kirin. DAIŞ jî heman tişt pêk dianîn. ev jî pranî di oxira pêkanîna herêmek tampon li Bakurê Sûriyê de bû.

Êrîşa 2016 û guherîna demografîk

Di vê êrîşa dawî ya 2016’an a artêşa Tirk dijî herêmên Şehbayê û dagirkirina vê herêmê re, Tirkiye bi şêwazek beloq vê guherîna demografîk pêk tîne.

Çavkaniyên herêmî ji Babê ji ANHA’yê re ragihandin ku Tirkiye niha kurdên li herêmê direvîne û dibe cihek ne diyar. Heya niha çaranûsa hemûyan jî nayê zanîn. Her wiha gotin ku balafir û topavêjên Tirkiyê, gundên Kurdan ên ku DAIŞ’ê vala kirine hedef digire û dirûxîne. Bi vê yekê re tê xwestin ku gund ji niştecihên xwe bên valakirin. Wiha digihêje armanca guherîna demografîk.

Dema mirov di vê çarçoveyê de, daxuyaniyên rayedarên Tirk ên parastina tirkumenên li vê herêmê û di bin vî navî de dagirkirina wê ji herêmê re jî bibîr bixe, ew ê ji pêkanîna vê planê piştrast be.

Şehba bi Tirkî tê dagirkirin

Tirkiye ji roja derbasî Cerablusê bû alên xwe li ser cihên cameweriyê hil dan û bi nivîsên Tirkî her dever binav kir. Her wiha navên gundan û herêman jî hatin guherandin. Weke mînak ji roja artêşa Tirk bajaroka Raî dagir kiriye navê bajarok weke “Çopan bay” binav kiriye.

Dîsa ji roja Tirkiyê derbasî vê herêmê buye heya niha zêdetirî 220 gundên Kurdan dagir kirine. ji van zêdeyî 50 gund bi temamî ruxandine. Her wiha bi hezaran şêniyên vê herêmê bi darê zorê derxistine û koçber kirine.

Dema mirov vê tîne ziman di heman demê, dema dagirkirina Tirkiyê ji Lîwaya Skenderon re xwe dide der. Di dîrokê de jî, Tirkiye dema ku Lîwa Iskenderon ji Sûriyê girt, wê demê kurdên vê herêmê hemû derxistin û birin çiravên Adeneyê. Bi zeman re hijmara tirkan liwir zêde kir û bajar veguherand bajarek Tirkî.

Armanca Tirkiyê mayîndebûn e

Li aliyê din dema mirov derbasbûna TIrkiyê ji Qubrus  û Iraqê re bîne bîra xwe, ew ê bigihêje encama ku di roja îroyîn de Tirkiye niyet nake ku ji Şehbayê derkeve. Ev mayîna mayinde  dema ku tê qalkirin, tê wateya ku metirsî ne tenê li ser kurdan, li ser hemû niştecihên herêmê heye. deriyek din ji bo vegerandina împaretoriya mirî ya osmanî tê vekirin. Ew ê jî bi xwe re dîroka tarî ya dagirkeriya vê împaretoriyê li vê herêmê vegerîne.

(ne)

ANHA