Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Tirkiyê di bin navên nû de pîlanan amade dike`

FÎDAN EBDULLAH

EFRÎN – Seroka Desteya Komîteya Jinê ya Hevpeymana Demokratîk a Sûrî Şêrîn Hacî got ku berdewambûna destdirêjiya Tirkiyê li ser herêmên Şehba û Efrînê diyar dike ku pîlanlên wan bi şêwazên din û bi navên nû yên dagirkeriyê amade ne. şêrîn her wiha  tekez kir ku armanca sereke ya Tirkiyê ya van pîlanan ewe ku derbeyê li Projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bixe.

Seroka Desteya Komîteya Jinê ya Hevpeymana Demokratîk a Sûrî Şêrîn Hacî derbarê destdirêjiyên dewleta Tirk ên li ser gundên kantona Efrînê û topbarankirina wê ji herêmên Şehbayê re ji ANHAʹyê re axivî.

Şêrîn Hacî di serî de, dewleta Tirk wek dewleta dagirker binav kir û wiha got: ʺTirkiyê ji ber ku bê destûr û bi hinceta şerê terorê li ser sînor, destdirêjiya karûbarên xaka Sûriyê kir wek dewleteke êrîşker û dagirkerê ketiya xaka Sûriyê de.ʺ

Şêrîn îdayên dagirkeriya Tirk ku şerê çeteyên DAIŞ`ê li Bakurê Sûriyê dike derewandin û got ku destekdayîna Tirkiyê ji terorê re û çawa Tirkiyê bû rêya derbaskirina çeteyan re, ji hemiyan ve eşkere ye.

Şêrîn her wiha destnîşan kir ku armanca bingehîn a Tirkiyê valaderxistina Projeya Federaliya Demokratîk e, ku daxwaza gelên Bakurê Sûriyê wek çareseriya guncaw a aloziya Sûriyê ye û wiha domand: ʺPiştî Projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê hat behskirin û hat tekezkirin ku çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye, êrîş û destdirêjiyên Tirkiyê zêde bûn, bi vê yekê re diyar dibe ku armanca bingehîn a Tirkiyê derbkirina Projeya Federaliya Demokratîk e.“

Şêrîn Hacî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiyê êrîş û destdirêjiya xwe li ser Bakurê Sûriyê a di bin navê Mertala Firatê de, ranawestîne. Tevî ku Tirkiyê gotiye dê rawestîne û detayên derketina ji xaka Sûriyê jî diyar nekirine. Her wiha da xuyakirin ku Tirkiyê di bin navên nû de pîlanên êrîşên din ên dagirkeriyê ku pêk bîne dike.

(rr)

ANHA