Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Tirkiyê  ditirse Bakurê Sûriyê bibe bingeha çaresriya li Sûriyê’

Video

‘Tirkiyê  ditirse Bakurê Sûriyê bibe bingeha çaresriya li Sûriyê’

NAVENDA NÛEÇYAN-  Sekirtêrê Komîteya Navendî ya Yekîtiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Mihemed Şêxê diyar kir dewleta Tirk di nava hewldanan de ye ku sê herêmên Bakurê Sûriyê ne ghêjin hev û da zanîn ku Tirkiyê naxwaze ku aloziya Sûriyê were çareserkirin û Sûriya demokratîk were avakirin.

Sekirtêrê Komîteya Navendî ya Yekîtiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Mihemed Şêxê derbarê geşedan û pêşketinên dawî yên di bakurê Sûriyê de ji ajansa me re axivî û got ku dewleta Tirk naxwaze ku aloziya Sûriyê bi rêbazên siyasî were çareserkirin û wiha dom kir: “helwesta dewleta tirk ji projeya siyasî ya Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê dijminatiye. Ew piştgiriya komên çete dike da ku xaka Sûriyê dagir bike.”

Şêxê, di berdewama axaftina xwe de got ku ku qonaxa herêm tê re derbas dibe gelekî hesase û bi teybat ji gelê kurd re û wiha dom kir: “pirojeyên ku gelê herêmê pêk têne demokrasiye, lê dewleta tirk û hin dewletên din ji bo berjewendiyên xwe li ber pirojeyên gelê herêmê dibin asteng.”

Şêxê, her wiha destnîşan kir ku li Rojava-Bakurê Sûriyê di berdewama axaftinan xwe de destnîşan kir ku hêzên demokratîk li herêmê hene û wiha dom kir: “Fikrê demokratîk bi hevgirtina gelê herêmê pêk tê, dewleta Tirk di serî de û deweletên din ên li herêmê li dijî pirojeya demorkatîk dibin asteng. Rêjîmên Sûriyê, Tirkiyê û Îranê naxwazin gelê herêmê azad jiyan bikkin, ji ber ku ev ne li gorî berjewendiyên wan pêk hatiye.”

Şêxê debrarê helwesta dewleta Tirkiyê de jî wiha pê de çû: “armanca dewleta Tirk ew e herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike, ji ber vê yekê li dijî projeya demokatîk derdikev û naxwaze pirojeya demokratîk a gelan di herêmê de biser keve. Ji ber ku pirojeya demokratîk a gelê herêmê heye, dewleta TIrk wê nikaribe pirojeya xwe ya dagirker li herêmê pêk bîne.”

Şêxê derbarê rêjîma Sûriyê û helwesta wê jî wiha dom kir: ” Rêjîma Sûriyê jî êdî nema dikare li dijî îradeya gelan raweste. Heger bi heman hişmendiya xwe tevbigere wê nikaribe hebûna xwe bidomîne. Bi saya hêzên YPG/YPJ’ê û QSD’ê wê îradeya gelan pêk were û dewleta Tirk û çeteyên wê, her wiha hemû siyasetên rêjîmê têk biçin.”

ŞêXê di dawiya axaftina xwe de jî got ku alzoiya Sûriyê dive bi rêbazên siyasî werin çareserkirin û gelê Sûriiyê di riya vakirina welatiyeke fedralî herêmên xwe birêve bibin û hemû hêzên dagirker ji welatê xwe derbixin.”

(dc)

ANHA