Têkilî | Derheqê me de

`Tirkiyê dixwaze şerê Kurd-Kurd biafirîne`

DÎCLE MISTEFA – FÎDAN EBDULAH

EFRÎN – Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk  Kurd a Sûrî li Kantona Efrînê  Remzî Şêx Mûsa diyar kir piştî ku Tirkiyê ket goleke bê binî, dest bi lîstoka bi kaxeza Kurdî kir û xwest şerê Kurd- Kurd bafirîne.

Derbarê êrîşên AKP/PDK`ê li ser girseya gel, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk  Kurd a Sûrî li Kantona Efrînê Remzî Şêx Mûsa ji ANHA`yê re axivî. Şêx Mûsa diyar  kir ku ev êrîş ne tenê li ser gelê Kurd li Şengalê ye, ji bo PDK`ê jî xefikeke.

Şêx Mûsa li ser rewşa siyasî ya ku Sûriyê têre derbas dibe bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî nirxandin û wiha got:”Bûyerên niha li Şengalê rûdidin bi bûyerên li Sûriyê bi giştî ve têkildar in. Piştî 6 salan ji aloziya Sûriyê, ji destpêkê ve jî diyar bû ku her aliyek dixwaze berjewendiyên xwe bi cih bîne, wek Qeterê, Seûdiyê  û Tirkiyê, piştre jî dewletên din yên herîmî û Rûsiya û Amerîka di nav de.”

`Armanca Tirkiyê dagirkirina herêmê ye`

Mûsa di axaftina xwe de derbarê siyasetên hikûmeta Tirkiyê de jî ku dixwaze dagirkeriya Osmanî careke din vegerîne ev tişt  anî ziman:”Di demên dawî de Tirkiyê nikarî derbasî hemleya Mûsilê bibe, her wiha beşdarî  hemleya Reqqayê jî nebû, ji ber ku Tirkiyê şerê terorê nake û armanca xwe dagirkirina herêmê ye”.

`Tirkiyê dixwaze şerê Kurd-Kurd biafirîne`

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk  Kurd a Sûrî armancên Tirkiyê ji van êrîşan diyar kir û got :”Tirkiyê dizane ku gelê Kurd di vê demê de pêşengiya projeyekê ku tekane  çareseriye ji aloziya û ji giştî herêma Rojhilata Navîn dike, ji ber vê yekê jî Tirkiyê projeya Kurdan ji bo xwe metirsî dibîne, lewma jî dest bi lîstoka bi kaxeza Kurdî kir û dixwaze şerê Kurd – Kurd biafirîne.”

`YPG`ê hemû pêkhateyan di nava xwe dihewîne`

Remzî Şêx Mûsa derbarê avakirina hêzeke din li Rojva, tevî ku YPG`ê heye ev pirs kir û wiha got:”Em hemû dizanin ku YPG/YPJ`ê pêşwaziya tevahî partî û pêkhateyan dikin, armanca avakirina hêzekê bi navê pêşmergeyên Rojava ji bo çiye? Heger armanc bi rastî şerê DAIŞ`ê ye wê tevlî Hêzên Sûriya Demokratî bibûna da ku parastina herêmên Rojava bikin.”

Hesab ji kê xwestin?

Şêx Mûsa komkujiya Şengalê û reva pêşmergeyên PDK`ê jî bi bîr xis ku çarenûsa bi hezaran Êzidiya di nav çeteyên DAIŞ`ê de hîştin û wiha domand:”Dema Şengal rastî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê hat û pêşmerge revîn û bi hezaran sivîl li paş xwe hîştin. Fermandariya Pêşmerge got ku ew ê lêpirsînê bi kesê fermana vekişîna pêşmergeyan dane bikin, kî hesab kirin û çawa hesab dan”.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk  Kurd a Sûrî li Kantona Efrînê  Remzî Şêx Mûsa anî ziman ku êrêşên li ser şengalê ku bi planên Tirkiyê tên pêk anîn, ne tenê li dijî gelê Kurd li Şengalê ye, ji bo PDK`ê xefikeke û got:” Pêwîst e PDK`ê li ser doza Kurd bifikire  û ji zihniyeta berjewendiya takekesî dûr bikeve. Eger ev rewş bidome dê xeteriyeke mezin çêbibe û bandorê li ser her çar parçeyên Kurdistanê bike.”

Remzî Şêx Mûsa di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku bi lez Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin, derman ji bilî yekîtiya di navbera gelê Kurd de tune ye.

(rr)

ANHA