Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tirkiyê Elmaniya sûcdar dike

NAVANDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûş Oglu Elmaniya sûcdar kir ku terorîstan dihewîne.

Asta nelihevkirinê di navbera Elmaniya û Tirkiyê de xirabtir dibe, bi taybet piştî agahiyên ku rayedar û rêveberiyên hikûmeta herdu dewletan piştî ku Tirkiyê 6 çalakvanên hiqûqî yên Elman girtin pêk hat. Di nav wan çalakvanan de welatiyekî Almanî heye.

Li gor ajansa nûçeyan a Rutersê, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûş Oglu duh Elmaniya sûcdar kir ku ʺAlmaniya terorîstan dihewîneʺ Bi piranî wiha xuya dike ku agahî asta nelihevkirinê di navbera Berlîn û Enqerê de zêde bike. Ev yek piştî ku ku Tirkiyê biryar da çalakvanên mafên mirovan bixe zindanê.

Elmaniya roja pêncşemê xeber da welatiyên xwe ku dema serdana Tirkiyê bikin li xwe hişyar bin. Her wiha Elmaniya gef xwarin ku dê hin pêkanînan derbarê daliqandina şêwirên di navbera Elmaniya û Tirkiyê de, bistîne.

(rr)

ANHA