Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tirkiyê hewl dide hebûna xwe li Rojhilata Navîn îsbat bike

DOSYA

TOLÎN HESEN

ŞAHBA – Dewleta Tirk a dagirkir bi hinceta avakirina herêmeke bi ewle, hewl dide bi riya herêmên Şahbayê xwe li Bakurê Sûriyê bi cih bike, da hebûna xwe li Rojhilata Navîn îsbat bike.SEHBA-CI-LI-SER-HEREME-TE-MESANDIN ‫(1)‬

Herêmên Şahbayê parçeyekî girîng ji gundewarên Bakurê Sûriyê ne. Ev herêm bi pirengiya gelên xwe yên Kurd, Ereb û Turkmen,  mînaka jiyana hevbeş in. Ji ber vê yekê Tirkiyê ev herêm veguherandin qada şer û şêniyên herêmên dagirkirî ji warên wan dane koçkirin, da demografiyê biguhere.

Ev rapor balê dikişîne ser siyasetên ku Tirkiyê bi hinceta avakirina herêmeke bi ewle, dide meşandin û xewnên wê yên jinûveavakirina emperetoriya Osmanî.

Ji sala 2516′an de plana guhertina demografiyê tê meşandinSEHBA-CI-LI-SER-HEREME-TE-MESANDIN ‫(1)‬ ‫‬

Piştî ku emperetoriya Osmanî di sala 1516′an de axa Sûriyê dagir kir, li herêmê plana guhertina demografiyê dest pê kir. Piştre jî rêjîma Baas çanda Erebî li ser herêmê ferz kir.

Di sala 2013′an de jî dagirkeriya Tirk bi siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî gelê Bakurê Sûriyê (di serî de gelê Kurd) dubare kirin. Bi fermana MÎT′ê Tirkan, şêniyên herêmên Til Eran û Til Hasil ên herêmên Şahbayê komkujiyan re hatin derbaskirin. Di 24′ê Tebaxa sala 2016′an de jî, bajarê Cerablusê, piştre bajaroka Raî û herêma Babê ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve, hatin dagirkirin.SEHBA-CI-LI-SER-HEREME-TE-MESANDIN ‫(160825859)‬ ‫‬

Siyasetên ku li herêmên dagirkirî tên meşandin

Dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên qirêj siyaseta guhertina demografiyê, koçberkirina bi darê zorê û bicihkirina welatiyên din li şûna wan, dide meşandin. Li herêmê zêdeyî hezar û 673 malbatên ji taxa Weir a bajarê Humsê û zêdeyî 150 malbatên Tirkmen ên Iraqê li herêmên dagirkirî bi cih kirin. Her wiha 100 çete û hezar leşkerên Tirk li herêmê hatin bicihkirin, da êrîşî herêmên Şahbayê yên dagirkirî bikin.

Çeteyên Tirkiyê 220 gundên herêmê dagir kirin û nêzî 50 gundên wekî ″Dodyan, Til Betal, Til Şeîr, Hiwar Kilis, Qeir Kelbîn, Sosinbat, Til Betal Şerqî, Qubet El-Şêx, Olan, Numan û Qebasîn″ rûxandin. Ji ber vê bi hezaran welatiyên sivîl koçî Kantona Efrînê û herêmên rizgarkirî kirin.SEHBA-CI-LI-SER-HEREME-TE-MESANDIN ‫(160825857)‬ ‫‬

Dewleta Tirk li gelê Kurd siyaseta ″yan çanda Tirkî qebûl bike, yan jî ji herêmê koç bike″ hat meşandin, her wiha sivîl dihatin revandin, bidarvekirin, mal dihatin dizîn û zarok ji bo şer dihatin bikaranîn.

Bi hektaran erd di destê dagirkeran de ne

Welatiyên herêmên dagirkirî ji ber kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê, gelek hezmetiyan dibînin. Artêşa dagirker gelê herêmê neçar kir ku erdên xwe bifiroşin wan.

Dewleta Tirk çanda Tirkî li ser herêmê ferz kir û navên gund, bajarok û navendan veguherand Tirkî. Navê bajarê Cerablusê veguherî Karkamış, Cebel Eqîl veguherî Bülent Alberak û bajaroka Raî veguherî Coban Bay.

Yek ji bûyerên ku nîşan didin ku Tirkiyê li herêmê heman kiryarên çeteyên DAIŞ′ê pêk tînin, revandina jina ciwan a bi navê Îman Mislim (24) a ji herêma Qubet El-Şêx a herêma Babê. Ev yek bi awayekî neynî bandorê li ser derûniya şêniyên herêmê dihêle.

Avakirina navendên leşkerî

Çeteyên dewleta Tirk çek, cebilxane, tank û erebeyên xwe yên zirxî li herêmên Ezazê û Babê di cih dike, da bingeha dagirkirina tevahî herêmên Bakurê Sûriyê ava bike û êrîşî herêmên rizgarkirî  bike. Beriya du rojan, 11 erebeyên leşkerî, 4 maşîneyên topavêjan, derbasî wan herêman hatin kirin.

Dewleta Tirk a dagirkir bi hinceta avakirina herêmeke bi ewle, hewl dide bi riya herêmên Şahbayê xwe li Bakurê Sûriyê bi cih bike, da hebûna xwe li Rojhilata Navîn îsbat bike.

(mm)

ANHA