Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Tirkiye hewl dide serweriya bakurrojavayê Sûriyeyê heta derya Spî bike’

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedarê Sûrî Elî Betal diyar kir ku senaryoya destwerdana Tirkiyeyê di Idlibê de armanca wê ew e ku roleke xwe ya sereke li herêmên Bakurê Sûriyeyê di hemû aliyên siyasî, ewlehî û aborî de peyda bike. Betal got ku Tirkiye hewl dide di paşerojê de serweriya xwe li herêma bakur û bakurrojavayê Sûriyeyê ku digihêje deryayê Spî ferz bike

Siyasetmedar û Endamê Desteya Rêveber û serokê beşê derve ya Koalîsyona Niştimanî ya Demokrasiya Sûriyeyê Elî Betal di derbarê destwerdana Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê û niyetên Tirkiyeyê ji destwerdana Idlibê de, ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî.

Betal di destpêka axaftina xwe de got ku hebûna sîstemeke demokratîk li ser sînorên Tirkiyeyê ji bo xemgîniyek e û wiha anî ziman: “Her kes armanca rêjîma Tirkiyeyê ji çalakiya destwerdana Idlibê nas dike, ew e ku derfetê nade ku korîdorek ji Qamişlo heta Efrînê bi riya kantona Şehba nade ku ber bi deryayê Spî ve dirêj bibe. zihniyeta rêjîma Tirkiyeyê ti carî hebûna sîstemeke demokratîk ên weke federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li ser sînorên xwe qebûl nake.”

Betal destnîşan kir ku destdirêjiya Tirkiyeyê li Idlibê li ser bingeha lihevkirinên di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de pêk hatiye û wiha domand: “Ev hemleya Tirkiyeyê gelek armancên wê hene û li ser bingeha lihevkirinên di navbera Enqere, Mosko û Tehranê de ya ji bo avakirina herêmên kêmpevçûn pêk hatine û Idlib jî yek ji van herêman e û Tirkiye jî bi riya vê lihevkirinê guman dike ku dê siyaset û senaryoyên xwe bimeşîne.”

Betal da zanîn ku Tirkiye hewl dide serweriya xwe li herêmên bakurê Sûriyeyê heta deryayê Spî ferz bike û axaftina xwe wiha domand: “Çalakiyên leşkerî yên Tirkiyeyê piştî ku sîwaneke siyasî ji xwe re peyda kir pêk tên û encamên wê ji danûstandinên Astana derketin ku ev demeke pilana wê tê kirin. Senaryoya Tirkiyeyê armanc dike ku roleke sereke ji xwe re li herêmên bakurê Sûriyeyê di aliyên siyasî, ewlehî û aborî peyd bike û serweriya xwe li herêmên bakur û bakurrojavayê Sûriyeyê ku digihêje derya Spî ferz bike.”

Betal di dawiya axaftina xwe de got ku armanca sereke ya Tirkiyeyê ji destwerdana di Idlibê de ew e ku alîkariya xwe bi tabûrên îslamî re berdewam bike ku li gorî berjewendiya Tirkikyeyê tevdigerin û wiha bi dawî kir: “şerê Idlibê û şerê piştî Idlibê dê çarenûsa destwerdana Tirkiyeyê di Sûriyeyê de diyar bike. Ev destwerdana wê jî bi erêkirina Îranê û Rûsyayê û bêdengiya Emerîka û temaşekirina rêjîma Sûriyeyê pêk hatiye.”

(jh)

ANHA