Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tirkiyê ji bo Xezeba Firat lawaz bike alîkarî ji Amarîka xwest

ANALÎZ

 DILYAR CEZÎRÎ

Dewleta Tirk ku ev zêdeyî 4 mehane  li dijî herêmên Şehbayê bi navê DIri El-Firat êrîşan li herêmên Şehbayê pêk tîne, herî dawî ji bo pirojeya Fedraliya Demrokatîk a Bakruê Sûriyê asteng bike, bi Rûsiya, Îran û Rêjîma Baas re itîfa kir û çeteyên ku di Helebê de piştigirya wan dikir, firotin. Rêjîmê piştî itîfaqê piraniya Helebê xist destê xwe û çetyên piştigiriya xwe ji Tirkiyê digirtin têk çûn.

Di encama itîfaqê Arêtşa Tirk û çeteyên girêdayî wê de li Babê pêş ketin û Serokê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan got ku çend roj in û ew ê bajarê Babê bigirin. Lê çeteyên DAIŞʹê ku piştigiriya xwe ji Tirkiyê digirtin feriq kirin ku Tirkiyê tenê ji bo Efrîn û Kobanê neghêjin hev hemû tiştî dike. Basekekî çeteyên DAIŞʹê bi rastî dest bi şerê li dijî Tirkiyê kir û bi vê yekê re cara yekem DAIŞ û Arêtşa Tirk li nêzî Babê tên beramberî hev. Bûyera şewitandina 2 leşkerên Tirk û kuştina hejmarek leşkeran dewleta Tirk û Serokê wê Erdogan matmayî hişt. Ji ber ku Erdgoan di hesabên xwe de dizanî ku DAIŞʹê wê xwe ji Babê bikşîne û bajar wekî gund û bajarokên din ên herêma Şehbayê radestî wan bike, rehet bû, hesabên wî tevlî hev ketin.

Di vê navberê de jî hêzên QSDʹê ku Hemeleya Xezeba Firatê dane destpêkirin û piştgiriya ezmanî ji Hevpeymana Navdewetî ku Amarîka serkêşiya wê dike, girit gelekî pêş ketine û hêzên wan nêzî Bendava Firatê ya bajarê Tebga bûne. Vê yekê rayedarên Tirkiyê gelekî aciz kirin û wekî yê çû heyva bavê qûn li ser kir li wan hatiye.

Tirkiyê xwe davêje Amarîka

Niha jî û di deme ku Tirkiyê li Babê zehmetiyan dikşîne û hêzên QSDʹê li Reqayê gelek gavên mezin avêtine, Berdevkê Serokomarê Tirkiyê, Iberehîm Kalîn di civîneke çapemeniyê de bang li Hevpeymana Navdewetî ya li dijî DAIŞʹê şer dike ku Amarîka serkêşiya wê dike kir ku alîkariyê bi Artîşa Tirk ku li Babê şer dike bike. Vê care daxuyanî ne ji Erdogan bi xwe derketiye. Ev jî hin xalepirsan bi xwe re tîne, dema ku serkftinek hebe Serokomarê Tirkiyê bi xwe daxuyaniyan dide, armanca Tirkiyê ji xwestina alîkariyê ew ku Xezeba Firatê asteng bike. Ji ber vê yekê jî di rojên dawî de hêzên xwe li ser sînorê Rojava zêde dike. Carekê jî dixwaze ji Amarîka re bêje erê min bi Rûsiya, Îran û Rêjîmê re ji bo Sûriyê lihev kiriye, lê ez hevalê te me û xwe ji te jî qut nakim.

Diyar dibe bi vê yekê dewleta Tirk wekî gava ji bo astengkirina Ferderaliya Demorkatîk ku li Bakruê Sûriyê nêzîk bû ye, bi Rûsiya re itîfaq kir, niha ji bo heman armancê dixwaze bi Amarîka re jî itîfqa bike.

Li gorî geşedanên heyî diyar dibe ku hikûmeta Tirkiyê nema dizane çawa ji mijara Sûriyê xilas bibe, her ku tiştekî dike, tiştekî din winda dike.

ANHA