Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tirkiye ketiye tirsa windakirina Bab-Cerablûs-Ezaz ji destê xwe

ANALÎZ

ERDOGAN ALTAN

NAVENDA NÛÇEYAN –  Hikumeta AKP’ê/Erdogan ku ji ber krîza hûndirîn û polîtîkaya derveyê welat di mijara Herêma Efrînê de bi tenê maye, niha jî ji ber nakokî û pêvçûnên di navbêra komên çete yên “Mertalê Firatê” ketiye tirsa windakirina sêgoşeya Bab-Cerablûs-Ezazê ji destê wî bên girtin de ye.CERABLUS-U-TURKIYA-1-552x364

Li Tirkiyê Rewşa Awarte (OHAL) ku bi hinceta darbeya 15’ê Tîrmehê hat îlan kirin, rewşa pêkûtî û zexta di hûndirîn de, gengeşiya siyasî, di polîtîkaya xwe ya derve de jî bû sedema qrîzê. Bi taybetî beriya referanduma 16’ê nîsanê bi welatên endamên Ewropa re qrîzek bilind bû, alozbûna têkiliya bi DYA û Îsraîlê re, şikestina ji ber referandûma başurê Kurdistanê, li hemberê welatên wekî Myanmar, Ermenîstanê meydan xwendin, mudaxilê qrîza Qetarê jî bû, pratîkên di Rojhilata Navîn de bi Erebîstan û Emîrên Ereb ên Yekîtiyê re hat dijberê hev, ya Tirkiyeyê “Ji 7 erşan re meydan xwendin” hinekê din pêşdetir bir û anî rewşa welatekî “Li hemberê dehan welatan cebhe vekirî” ye. Lê ev vekirina ewqas cebheyan ne ji ber jêhatîbûn an jî pir bi hêzbûna wî ye, tam berovajê wê dewleta Tirk bi desthiladariya hikumeta AKP’ê re di serdemekî herî aciz û lawaz de ye. Ji ber ku AKP û Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên desthiladariyê, gelên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê qurban dike.

Lê Tirkiye qrîza wî bi Iraq û Îranê re û asta hatî, tecrûbeya berê bi Sûriye û Îsraîlê re jiyan kirî, ya Tirkiyeyê di polîtîkaya derve de xistiye rewşekî “ewrê deng  derdixe, lê nabarîne” de ye.

Gelên heremê li dijî Tirkiyê îsyan dikin

Tirkiye ya ku krîzên xwe yên bi DYA, Yekîtiya Ewropa, welatên kendavê û ya dawî jî bi Teşkîlata Hevkariya Îslamê re derbas nekiriye, di armanca xwe ya êrîşa îhtîmal a li ser Efrînê jî bi tena serê xwe maye. Li gor agahiyên dawî yên ji heremê tên, Rûsya di bin navê senaryoya “Heremên kêmpêvçûn” de destûr  da ku Tirkiye di ser Idlibê de nêzî sînorê Herêma Efrînê bibe û tehdîdên vala bike, lê ji êrîşê re musade nake. Dîsa ji bo Tirkiyê li Ezaz, Cerablûs û Babê de kar pir baş naçe. Nakokiyên di navbêra komên “Mertalên Firatê” de zivîrîn pêvçûnan, baweriya wan bi wan nemaye, gelên heremê jî li dijî polîtîkaya “Turkmenkirinê” di îsyanê de ne.

Li dijî dewleta tirk li Ezazê koma şoreşger ava bû li Cerablûsê jî civak xwepêşandan dikeTURKIYE-AKADIMIYA-PASAK-SEHIR-3

Li dijî pêkanîn, pêkûtî û zilma komên çete yên girêdayên dewleta tirk û polîtîkaya “Turkmenkirinê”, li Ezazê komek bi navê “Encûmena Şoreşgerên Ezazê” ku piranî ji endamên saziyên berê bûn hatiye avakirin û muxalefetiyek ya gel li dijî pêkanîn û lêstikên dewleta tirk û komên Mertalê Firatê hişyar dike dimeşîne, li Cerablûsê jî gel bi awayek xwezayî li dijî van pêkanînan îsyan dike û di nava meha dawî de bi 2 xwepêşandanên mezin, diyarkirin ku ew polîtîkaya firq û meyila dixin navbera ereb û tirkmenan qebûl nakin. Di xwepêşandanan de destnîşankirin ku dewleta tirk hemû sazî û tezgehên heremê xistine destê tirkmenên alîgirên xwe.

 Pereyên komên çeteyan hat qûtkirin dewleta tirk bi tenê ma

Hat destnîşankirin ku ev demek dirêje nakokî û pêvçûnên dijwar ji ber desthiladarî di navbêra komên çete yên Mertalê Firatê de heye. Lê hat ragihandin ku sedema van nakokî û pêvçûnan ne tenê desthiladarî an jî hakimiyeta heremê ye, derket holê ku sedemeke din jî dewleta Qetar ku ji bo van koman di bin navê piştgiriya ji “Hikumeta Demkî” re li banqeyên Tirkiye radizand, êdî qût kiriye. Li gor agahiyan, di 22’ê kanûna 2017’an de li Deriyê Bab El Selamê di navbêra endamên îstîxbarata dewleta tirk (MÎT) û rêveberiya Dergehê de civînek hatiye lidarxistin. Hat destnîşankirin ku di civînê de endamên MÎT’ê ji beşdarên civînê re ragihandiye ku Qetar heta niha ji bo kar û xebatên xizmetguzariya heremê, lojîstîka leşkerî li ser navê Hikumeta Demî ya heremê re mehane 400 hezar dolar ji banqeyên Tirkiyeyê re radizand, lê êdî dê ji niha û şûnde ev pere neyê razandin.

Berê de jî hin agahiyên bi vê rengî dihatin û ev dibû sedema nakokiyên di navbêra sazî û komên çekdar ên girêdayên dewleta tirk. Ewqas nirxandin an jî propaganda ku dewleta tirk li benda destur an jî piştgiriya Rûsya ye ku êrîşên herêma Efrînê bike dihat kirin, lê di esasê xwe de ji ber krîza aborî nakokî di navbêra komên çete yên girêdayên Tirk  de derketine û ev di hêle ku dewleta tirk nikare van gruban komî ser hev bike. Lê di aliyê din dejî dibe ku sedema dewleta tirk qûtkirina vê pereyî tenê ji bo heremên di destê xwe de biparêze û tenê nehêle ji destê wî derkeve ye.  Ji ber vê yekî jî ew pereyê ku ji bo xizmetguzarî an jî çek û lojîstîkê belav dikir, tenê ji komên ku ew bixwe ava kiriye û perwerdehiya wan daye re xerc bike.

Tirsek mezin a windakirinê bi dewleta tirk re çêbûye!

Dewleta tirk ku ji ber krîz û polîtîkayên hûndirîn û derve pir lawaz bûye, di siyaseta xwe ya Sûriyê de jî pişta xwe bi Rûsyayê qewî dikir, piştî dît ku Rûsya naxwaze Tevgera Azadiyê hilde hemberê xwe û ne baweriya wî bi komên çete yên Mertalê Firatê maye û ne jî yê wan bi wî maye, ketiye nava tirsek mezin ku sêgoşeya Ezaz-Cerablûs-Bab ku di bin qontrola wî de ne winda bike de ye. Ji ber vê yekî ji aliyekî ve tewqiya leşkerî, seyarên zirxî, tang û top ên li ser sînorê rojavayê Efrînê zêde dike û ji aliyekî din ve ji hin kesên ku berê de endamên El Nûsra bûn hewil dide komek ava bike.

Her wiha li gor agahiyan, di 24’ê kanûna 2017’an de Tirkiye nêzî 80 endamên xwe yên taybet şandiye Ezazê û wan di avahiya Hikumeta Demkî de bi cih kiriye. Ji van 7 komên ku her komek ji 16 kesan pêk tê, li derdora Ezazê hem taktîkên leşkerî yên demdirêj dixwazin pêk bînin û hem jî di heremên sînorê Herêma Efrînê de tunelan dikolin. Ev koman li Ezazê li hemberê Qestelê heta Garaja Ezazê li dijî hêzên Tevgera Azadiyê bendan ava dikin û derbasbûna tu kesî ya heremê qebûl nakin û yên dixwazin derbas bibin jî ji aliyê van kesan ve tên girtin.

Li gor agahiyan, dewleta tirk di demên dawî de gelek çek û muhîmatên leşkerî ku seyarên zirxî, tang û top jî hene, tewqiye şandiye baregehên xwe yên li Bab û El Raî yê. Hejmara baregehên Tirkiyê yên li Bakûrê Sûriyê gihiştiye 17 baregeh û yên herî girîng jî li Babê, nêzî gundê Dabiq û gundê El Şawî ne.  Piştre jî di dîwarên sînor ên li ser gundên Til Ehmer, Qereh Mezra, Hîwar Kilês û gundê Yazibaxê de derî hatiye vekirin û di van deriyên di dîwaran de madeyên qedexekirî yên hişbir û alavên leşkerî bi awayek veşartî tên derbaskirin. Hat nirxandin ku bi vê yekî jî dixwaze ew nerazîbûna kêmbûna bazirganiyê bi vê rêbazî kêm bike.

MÎT xebatkarên xwe di Hikumeta Demkî de bi cih dike

Li gor agahiya ku çavkaniyekî di Hikumeta Demkî de ji me re ragihand, di 24’ê kanûna 2017’an de  karwanek ji seyarên reş û taybet kete bajarê Ezazê û derbasî avahiya “Hikumeta Demkî” bû. Hat diyarkirin ku di nava vê karwanî de endamekî payabilind a MÎT’ê bi nasnav (kod) Ender jî heyî bi endamên meclîsa xwecihî re civîn çêkir. Çavkanî destnîşan kir ku di civîna ku 2 seat dom kir de Reşîd Zamot wek rêveberê Buroya Malî hat erkdar kirin, Fîras El Mewle berpirsiyarê buroya ragihandinê û Mihemed İbrahîm El Esfer wek rêveberê Buroya Hawarçûnê hatine erkdarkirin. Hemû kesên hatin erkdarkirin rasterast girêdayên MÎT’ê hatin diyarkirin.

Tirkiye birêxistinkirina welatiyên li gundên başurê Efrînê berdewam dike

Weke me berê jî diyarkiribû ku îstîxbarata dewleta tirk di rêxistinkirina welatiyên gundên li ser sînorê Kantona Efrînê berdewam dike. Yên tên birêxistinkirin mehane 400 dolar pere didin wan. Piraniya van kesan berê bi çeteyên Cebhet El Nûsra re dixebitîn û niha ew sivilîn û bi îstîxbaratên leşkerî û MÎT’ê re kar dikin.

Êrîşek li ser Efrînê bê kirin dê rewş wek berê nebe!

Li gor amadekariyên dewleta tirk a li ser sînorê Herêma Efrînê dike, îhtîmal heye ku bê destûr û erêkirina Rûsya û Amerîkayê êrîşêkî dagirkeriyê li ser Efrînê pêk bîne, lê dema mirov li nirxandin, daxuyanî, amadekarî û biryara QSD, YPG/YPJ’ê dinêre, dê ne rewşa Sûriyê, bakurê Sûriyê û ne jî rewşa Ezaz-Cerablûs-Babê wekî xwe berê bimîn e. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ji roja ku dewleta tirk heremên dagirkiriye heta niha bêdengiya Amerîka, Rûsya û rejîmê û ewqas tehdît û dorpêçkirina herêma Efrînê, hem ya civakê hem jî şervanên azadiyê pir hêrs kiriye.

ANHA