Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tirkiyê li ber 2 biryarane û dê Erdogan bin bikeve

ANALIZ

SILÊMAN EHEMD

EFRÎN – Geşedanên bi lez li Heleb û herêmên Şehbayê têne jiyankirin, Tirkiyê dixwaze Babê dagir bike, Rûsiyajî bi israr dixwaze çeteyên girêdayî Tirkiyê ji taxên rojavayê Helebê derkevin, di rewşa heyî de diyar dibe ku Erdogan dê têkçûyî derkeve.

Piştî salek di ser xistina balafira şer a Rûsiya re derbas bû, Arêtşa Tirk û çeteyên girêdyaî wê ji Cerablus destpê kirin û gelek herêmên bakurê Sûriyê dagir kirin. Dagirkirina gundan di riya radestkirina di navbera çeteyan û Tirkiyê de tê kirin. Di vê navberê de balafirên nasnameya wan ne diyar Leşkerên Tirk hedef giritin, di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 2 birîndar bûn. Di heman şevê de balafiran çeteyên Tirkiyê yên li Babê bombebaran kiri. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û hin alavên wan ên leşkerî hatin ruxandin.

Serokê Rûsiya Pûtîn di riya telefonê sersaxî ji Erdogan re xwest. Piştî vê yekê Erdogan ihtîmala ku balafirên Rûsî leşkerên wan hedef giritibûn dûr xist. Beriya gotinên Erdogan daxuyaniyek bi tirs ji Erdogan hate û diyar bû ew ji ne pêkanîna hevpeymana di navbera wan û Rûsiya ya derketina çeteyan ji taxn rojhilatê Helebê bi tirs bû. Li beranberî vê yekê Rûsiya çavên xwe ji dagikerina Bakurê Sûriyê re bigire. Erdgoan got ku heger isbat bû ku Rûsiya êrîşî pêk aniye, dê Tirkiyê di riyên dîplomasî re mijarê gotûbêj bikin.ʺ

Tirkiyê ji siyasetên xwe ditirse, ji ber ku metirsîn êdî gihişte wan. JI aliekî ve Yekîtiya Ewropa gotûbêjên nedametiya wê ya di nava YE de da rawestain. Di humdir de jî êdî kîna li ser Erdogan zêde bû ye, bi taybet piştî hemû opozisyona xwe binçav kirin, bi taybet piştî giritina parlementerên HDPʹê, di heman dermê de xwestina biryar destdirêjiya li dijî zarokan, her wiha topbarana Artêşa wan û çeteyên girêdayî wan a li Bakurê Sûriyê. Metirsîn zêde kiriye.

Bombebarana li ser Arêtşa Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê pêk hat, heger ne zû bû, lê wekî peyamek rêjîmê ji Tirkiyê re bû. Ev peyama ku ji Rûsiya û rêjmê ji tirkan re hat û di encamê de ji Tirkiêyo re dibêjin ku8 ewê pîlana Tikiyê ya li Bakurê Sûriyê qut biin, heger Tirkiyê çete ji taxên rojhilatê Helebê nekişandin. Di heman demê de nameyek di encamê de tê gotin ku sebra Rûsan a ji tirkiyê re nemaye.

Tirkiyê niha piştgiriya çeteyên Ehrar El-Şam û Fetih El-Şam (Cehbet EL-Nusra) dike û çek û cebilxaneyan dide wan. Piştgiriya wan jî di riya 2 deriyên ne fermî yên li Idlibê pêk tê. Herdû deriyên behsa mijarê deriyê Etma û deriyê Eqrebat ên Idlibê ne. Di heman demê d Tirkiyê dixwaze bargeheke xwe ya leşkerî li bajaroka Exterîn a Ezazê ava bike. Tirkiyê dixwaze armancên xwe pêk bîne, bê ku sozên daye Rûsan pêk bîne û wan ji rojhilatê Helebê dernexîne. Ev siyaseta Erdgoan serneket, ji ber aliyê din ê beranberî Bûtînê Rûsiya ye.

Ji ber vê yekê Tirkiyê dixwaze Netoyê bixe Sûriyê da ku xeteriya Rûsiya ya li ser siyasetên wê û avakirina bargeha leşkerî ya Exterîn temam bike. Armanca Tirkiyê ji avakirina bargeha Exterîn û dagikirina herêmên bakurê Sûriyê ew ku riya dagirkirina Helebê ji xwe re vebike û div ê de piştgiriya Nato li beranbverî Rûsiya bisekine.

Piştî Berdevkê Fermî yê Koalîsyona Navdewletî ku Amerîka rêveberiya wê dike Jon Doryan di 16ʹê mijdarê de got ku Koalîsyon piştigiriyê nade çeteyên ku Tirkiyê piştigiriya wan dike (Diri El-Firat) û tu têkiliya wan bi hewldana Tiriyê ya girtina bajarê Babê ya Helebê ve nîne.

Siyasetên Erdogan biser nakevin û Rûsiya bi israr dixwaze çeteyan ji rojhilatê Helebê derxîne, lê encama rûdanên hatin jiyankirin, diyar dike ku Tirkiyê di bakurê Sûriyê dê sernekeve, niha jî ev yek pêk tê.

Şêwirmendê NY yê kar û barê Isnanî Ban Îxland di 24ʹê mijdarê de got ku herû aliyê şer û aliyê piştgiriya wna dikin, bi erênî pêşwaziya derbaskirina alîkariyên mirovî ji taxên rojhilatê Helebê re pêk anîn. Her wiha hate gotin ku NY biryara komên çete yên pişgiriya xwe ji Tirkiyê digirin jî giritiye û got: ʺKemyonên NY li rojavayê Helebê hazirin derbasî rojhilat bibin. Pêwîstiya vê yekê bi bê çalakiya dema 72 saet e heye.

Ji destpêka aloziya SÛriyê û heta niha Tirkiyê her dem winda dike, windakirina Tirkiyê di encama siyasetên Erdgoan ên şaş pêk hatiye, hemû welatên Ewropî ku endamên Nato ne êdî pîlanên Erdogan ên di Sûriyê de dizanin û dizanin ku Erdgoan dixwaze dewleta Osmanî careke din bide jiyankirin.

Tirkiyê û serokomarê wê Erdogan li ber 2 riyane, yaw ê çeteyan ji taxên rojhilatê Helebê derxîne, yan jî dê derbasî şerkeî mezin bi rêjîmê û Rûsiya re bike.

Di herdûyan de jî ê binkefît Erdgoane, herî dawî dê berxwedana gelê Şehbayê serbikeve û dê hemû prpjeyên Erdogan vala bêne derxistin.

(dc)

ANHA