Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Tirkiyê Ocalan dûrî geşedanên herêmê dixe’

HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN– Endamê Desteya Siyasî ya Partiya Aştî ya Demokratîka Kurdistanê Welîd Çûlî diyar kir ku armanca Tikriyê ji tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku Ocalan ji geşedanan dûr bixe, ji ber ku pêşketin û serkeftinên ku têne bidestxistin berhemên felsefeya Ocalan e. Çûlî her wiha destnîşan kir ku felsefeya Ocalan serdema kapîtalîzmê hedef digire.

Endamê Desteya Siyasî ya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, pirsên derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girêdayî wê serkeftinên ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriye rû têne bidestxistin bersivand.

*Armanca dewleta Tirk ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurda Abdullah  Ocalan çi ye. Gelo çima dewleta Tirk destûr nabe malbat û parêzeran ku hevdîtin bi Ocalan re pêk werin?

Her ku diçe, aloziya Rojhilata Navîn kûrttir dibe, heta niha ji bo çareserkirinê vê kirêzî çareserî pêk nehatiye.

Li Rojhilata Navîn hêzên serwer, bi taybetî dewleta Tirk bi armanca ku berjewendiyên xwe biparêzin, hewl didin kirîza li Sûriya û Bakurê Kurdistanê derbasî welatên din bikin û temenê aloziyê dirêjtir bikin. Ev hêzanan dibînin ku ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya tunekirina xew û xeyalên wan. Tirkiyê her tim dibêje ku doza kurdî tunekirina wan e.

Bakurê Sûriya serkeftinên mezin bi pêşengiya Hêzên Sûriyaye Demokratîk têne bi destxistin.

Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî kirîzeke rû daye. Projeyên ku Rêberê Ocalan ên Neteweya Demokratîk û biratiya gelan ji bo tevahî kirîzan çareserî ye û serdema kapitalize têk dibe, Ji ber vê yekê li ser  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecîrdeke giran dide meşandin, di vê tecrîdê de hebûna xwe misoger dike. Li Rojava û

*Di demên dawî de dewleta Tirk agahî belav kirine û dibêjin ku rewşa tenduristî û ewlehî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne baş e. Mebesta Tirkiyê ji vê çi ye?

Ji ber ku dewleta Tirk li hember serkeftinên ku Rojava û Bakurê Kurdistanê  têne bi destxistin, bê çare maye, agahiyên bi vê rengî belav dike. Lê hîna jî em nizanin gelo çiqasî ev agahî rast in an na, ji ber ku rê nade ku malbat û parêzer biçin serdana wî bike.

Em dibêjin ku sifeta girtî çi be, gereke agahî jê werin girtin. Qanûnên navdewletî yên derbarê girtiyên siyasî hene. Tirkiyê hewl dide Ocalan tesîfe bike, hemû rêbazan dide meşandin da ku kurdan têk bibe, beriya du salan ve hewl da wî jehîr bixin.

*Li gorî we, girêdan di navbera tecîra li ser Ocalan û dijminahiya Tirkiyê ji bo gelê Bakurê Sûriyeye de heye?

Li Bakurê Sûriye û Rojava, bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk gelek proje hatin pêşxisitn. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk hat, niha ji bo federaliya Bakurê Sûriyeye xebat têne kirin. Mumkine ku ev proje ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn bibe çareserî.

Ev proje li dijî pîlanên kapitalist û netewdewlet e. Ji ber yekê dewleta Tirk destwerdanê dike. Em dibînin ku dewletên ku Tirkiyê derbas wê dibe, wêrankirin, talankirin û koçberkirnê lê rû didin. Guhertinên ku di hundirê Tirkiyê de ji avakirina dewleta Tirk bi riya Kemal Atatork çêbûne, tenê guhertinên şikî ne, ne guhertinên cewherî de, dewleta xwe li ser vê sîstemê xwe xurt dike.

Dîsa jî wekî ku em dibînin dewleta Tirkiyê ji sîstemên kapîtalîst re pêşengtiyê dike, ji ber vê em texmîn dikin ku dê dijminahiya xwe ji bo Rojava û projeyên wê  berdewam dike. Ya ku şoreşa Sûriya ji bingeha wê derxistiye Tirkiyê ye. Ji destpêka şoreşa Sûriya, Tirkiyê ev şoreş bi aliyê mezehebî de bi rê kir.

Dewleta Tirk Cerablus û Bab û niha jî Idlib û Efrîn dagir kir. Bi wateyeke din em dikarin bêjin ku niyeta Tirkiyê heye ku herêmê dagir bike. Ji ber dizane ku serkeftinên YPJ/YPG û QSD‘ê bi dest dixînin, encamên fikir û felsefeya Rêber Ocalan. Tirkiyê dibîne ku felsefeya Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn re riya çareseriyê ye, ji ber vê yekê jî tecrîdê dimeşîne.

*Hûn bêndengiya rêxistinên hûqûqî yên navdewletî derbarê nêzîkatiyên dewleta Tirk çawa dixwînin?

Rêxistinên hiqûqî li gorî siyasetên dewletan tevdigerin, ango dewlet wan bi rêve dibin. Destê gelek dewletan di komploya li ser Ocalan de heye, di serî de dozgeriya Ewrupa ji vê yekê berpirsyar e.

Heger em bifikirin, em ê nas bikin ku girtina Ocalan ne rawa ye û ne jî qanûnî ye, aliyên ku Ocalan girtine ne fermî ne, şert û mercên ku Ocalan tê de hat girtin li gorî yasayên peymana Cinvê ne rawa ye.

Em ji wan dewlet û rêxistinan re dibêjin ku li xwe vegerin, ji ber ku kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye. Em wekî partiyên siyasî, saziyên sivîl û civakî azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibînin. Hemû gelên herêmê jî wisa dibînin. Azadiya gelên herêmê ji Ocalan e.

(bb)

ANHA