Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tirkiyê pîlanên xwe yên dagirkirina Idlibê pêk tîne

NAVENDA NÛÇEYAN-Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya pêkanîna pîlanên xwe li herêmên “Kêmkirina şer” de kerwanek leşkerên xwe bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam re derbasî bajarê Idllibê kir.

Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA‘yê ji çavkaniyên taybet girtine, kerwanekî leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li gel endamên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) derbasî Idilbê bûn.

Çavkaniyî destnîşan kir ku kerwanê artêşa Tirk ji 20 panzêr, 8 tirêksên konlandina xendeqan, 4 erebeayên BMB, 12 kamyonên barkirina xwarinê û berafabrîk û 4 erebeyan tevlî 100 leşkeran ber bi bajarê Idlibê çû û li beramberî nûqteyên YPG‘ê li Efrînê bi cih bû.

Çavkaniyan dane zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li erebeyên ku çeka doçkayê 23,5 mm barkiribûn bi keşkerên Tirk re bûn heta gihaştin nûqteyên YPG‘ê yên li beramberî kantona Efrînê.

Artêşa Tirk a dagirker beriya mehekê,  ji bo pêkanîna pîlanên xwe yên dagirkrina Idlibê dîwarê di navbera Tirkiyê û Idlib re rakirin. Li aliyekî din çeteyên xwe li deriyê Bab El-Hewa bi cih kirin.

(bb)

ANHA