Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tirkiye polîtîkayên qirkirinê wiha pêk tîne

ANALÎZ

MAMO HESEN

Di demeke ku çavên her kesî li eniyên şer ên li Efrînê di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Gel de ye û liv û tevgera arêtşa Tirk li ser sînorê herêmê zêde bûye, dewleta Tirk bi aweyekî pilankirî û veşartî projeya ferzkirina çanda Tirkî li herêmên dagirkirî pêk tine, ev proje ji dagirkeriya leşkerî mezintir û metirsîdartire.

Wekî tê zanîn, deweleta Tirk dixwest beşdarî hemleya Reqayê ya şerê li dijî DAIŞ‘ê bibe ku da bi vê yekê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk ji herêmê dûr bixîne. Lê ev xwestek wê ji aliyê Amerîkayê ve hate redkirin. Dewleta Tirk di çarçoveya peymanên derbarê herêmên kêmkirina şer ên bi Rûsya û Îranê re, dest danî li ser hin herêmên Sûriyeyê. Li serê vê yekê herêma Idlibê ku di bin serweriya çeteyên bi navê “Mertala Firatê” yên girêdayî dewleta Tirk de, dagir dike. Li aliyekî din jî Tirkiyê çeteyên xwe neçar kirin ku ji taxên bajarê Helebê vekişin, her wiha şêniyên taxên rojhilatê Helebê yên alîgirî xwe hilbijartin û şandin herêmên di bin dagirkeriya Mertala Firatê de. Polîtîkayên koçberkirinê yên ku li Helebê hatin meşandin ku peymana bi navê “Heleb li Beraberî Babê” hat naskirin.

Destê Tirkiyeyê di peymanên guhertina demografiyê de ye اتفاقات التهجير وتركمنة الجيوب المحتلة (2)

Dema ku mirov encamên peymanên guhertina demografiya herêmên Sûriyê bişopîne, rola Tirkiyeyê ya hevkariya bi Rûsya û Îranê de derdikeve holê.

Tirkiyeyê şêniyên taxa El-Weir a bajarê Humsê li gund û bajarên Kurdan (ên ku şêniyên wan bi darê zorê ji warên wan hatin dane koçkirin) ên di bin dagirkeriya ”Mertala Firatê” de bi cih kirin.

Ev polîtîkeya dewleta Tirk bi destpêka êrîşên DAIŞ‘ê yên li bejahiya bakurê Helebê re, dest pê kir. Dema ku artêşa Tirk derbasî van herêman bûn jî, Tirkiye ev polîtîkayên xwe domandin.  Her wiha destê Tirkiyeyê di hemû peyamên koçberkirinê yên li herêmên Sûriyê (wekî Medaya, Zebedanî û taxên bajarê Humsê) pêk hatin de heye.

Peymana dawî ya dewleta Tirk ew bû ku komên çekdar neçar kirin ku taxên rojhilatê Helebê vala bikin û radestî rêjîmê bikin, li beramberî ku Rûsya û Rêjîma Baas destûr bidin ku Tirkiye bajarê Babê û Idlibê bike.

Planên dewleta Tirk hetanî vê astê sînordar neman. Bi salvegera yekemîn a koçbeberkirina şêniyên taxên rojhilatê Tirkiyê re, heman planên koçberkirinê li herêma Xûta El-Şerqiya dide meşandin. Wekî her carê, Tirkiyê ji êşa bi hezaran sivîlên ku li herêma Xûta asê mane sûdê werdigire û plan dike ku wan li herêma Idlibê yan jî herêmên di bin dagirkeriya “Mertala Firatê” de bi cih bike, da ku wan ji bo projeyên xwe yên dagirkirina Bakurê Sûriyeyê bi kar bîne.

Tirkiye Polîtîkeyên xwe rewa dikeاتفاقات التهجير وتركمنة الجيوب المحتلة (1)

Peymanên veşartî yên yên ku bi navê ʺçareseriya aloziya Sûriyeyêʺ yên di navbera Tirkiye, Îran û Rûsya de pêk tên, di rastiya xwe de pîvan û zagonên navdewletî û mafên mirovan binpê dikin. Ev hersê alî dixwazin kiryarên koçberkirina sivîlan rewa bikin û her aliyek dixwaze ji vê aloziyê kaxizeke serkeftî qezenc bike. Buhaya vê yekê jî sivîl didin.

Li herêmên Şehbayê koçberkirina pêşwext

Tirkiyeyê li gundewarên bakurê Helebê ango Herêmên Şehbayê ên li başûr rojhilatê Helebê dikevin û bajarokê Raî ya dikeve li ser sînorê Tirkiyê û bajarê Babê (ku piraniya şêniyên wê Kurdin û şêniyên Ereb û Tirkmen jî lê hene) digire nav xwe, polîtîkayên koçberkirinê pêşwext dan meşandin.

Li van herêman yekemîn planên koçkirinê ji sala 2013‘an de ango dema komên çete yên girêdayî Tirkiyê êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasil kirin, dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de şêniyên 100 gund û bajarokên herêmên Şehbayê ji warên xwe hatin koçkirin.

Dema ku artêşa Tirk û Mertala Firatê herêmên Şehbayê dagir kirin, polîtîkeyên guhertina demografiya herêman û koçberkirina sivîla, li herêmê dewam kirin. Artêşa Tirk a dagirker bi hinceta ku ew gundiyên Kurd alîgirên PKK‘ê ne, destûr nedida ku vegerin gundên xwe. Polîtîkeyên Tirkiyê heta vê astê sînordar neman û heman polîtîkayên xwe li dijî welatiyên jî dane meşandin. Şêniyên herêmên ku polîtîkayên guhertina demografiyê lê hatine meşandin, an Tirkumen anî Erebin û bi îdeojiya Erdogan ve girêdayî ne.

Mertala Firatê.. polîtîkayên qirkirinê 

Dewleta Tirk hêza xwe ya leşkerî li herêma Idlibê zêde dike, da polîtîkayên qirkirinê li di bin dagirkeriya ʺMertala Firatê” de berdewam bike.

Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk çanda Tirkî ferz dike û mertiryalên Tirkî derbasî dibistanên Cerablus û Ezazê kir. Her wiha koma bi navê “Polîsên Azad” ku li Tirkiyê hatine perwerdekirin, derbasî herêmê kirin. Mînakên bi vî rengî pir in. Bi van nêzîkatiyan dewleta Tirk destwerdanê di her aliyên jiyanê de dike.

Artêşa Tirk roja 24‘ê Tebaxê operasyona Mertala Firatê ragihand. Ragihandina operasyonê di vê rojê ne tesaduf bû, lê belê ev yek xwe dispêre daneyên dîrokî û niyeta Tirkiyê ya pêkanîna projeyên dagirkeriyê û vejandina xeyalên Osmaniyan. Ev dîrok trajîdiyeke bi êş tîne bîra mirov. Di vê dîrokê de Osmaniyan bi hincetên wekî yên Erdogan di şerê Mirc Dabiq ê ku 24‘ê Tebaxa 1516 dest pê kir de, herêm dagir kir.

Metirsiyên li ser pêşerojê

Tirkiye xwe wekî hêzeke misogerkirina ewlehiya axa Sûriyê diyar dike. Lê ya rast ne wisa ye; Tirkiye dixwaze serkeftinên dîrokî yên Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) ji raya giştî veşêre. Ihtîmala ku QSD‘ê ber bi Idlibê ve pêşde biçe ji bo Tirkiyê xeteriyeke. Tirkiye dixwaze bi riya alîgirên xwe li ser jiyana welatiyên herêmên dagirkirî serwer be, da di pêşeroja Sûriyê de bi kar bîne.

(bb/mm)

ANHA