Têkilî | Derheqê me de

Tirkiyê toreyên peywendiyan li ser Efrînê qût kiriye

FLAŞ

EFRÎN – Dagirkeriya Tirkiyê bi mebesta ku gelê Efrînê ji derve bide qûtkirin û kiryarên xwe yên derheqê sivîlan veşêre hemû torên peywendiyan li ser herêma Efrînê qût kiriye.

Nûçegihanên me ji Efrînê ragihandin ku hikûmeta Tirk beriya kêliyekê hemû toreyên peywendiyan yên girêdayî Tirkî li ser herêma Efrînê qût kiriye da ku gelê Efrînê ji derve bide qûtkirin û kiryarên xwe yên derheqê sivîlan veşêre.

Nûçegihanan her wiha diyar kirin ku toreya peywendiya ya Sûrî ji ber balafirên ku li ser herêmê digerin qût bûye.

(bb)

ANHA