Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Topbaran li ser Efrînê û Şahbayê didome, YPG û Artêşa Şoreşgeran bersiv didin

EFRÎN/ŞAHBA – Topbarana çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Şahba û Kantona Efrînê, didome. Şervanên YPG/J û Artêşa Şoreşgeran jî bersiv didin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di saetên sibehê de, topbarana li ser Kantona Efrînê û herêma Şahbayê dijwar kirin. Çeteyan ku hawan, mûşek û çekên giran bi kar di anîn, derbasgehê sereke yê li gundê Qetma ya navçeya Şera ku koçber têre derbasî Efrînê dibin, topbaran kirin.

Nûçegihanên me ku rewşa herêmê dişopînin, raghandin ku çeteyên artêşa Tirk ji bajaroka Marî û Til Malid, bajaroka Til Rifet û Şêx Hîlal, topbaran kirin. Paşê çeteyan gundên Ehras, Semûqa, Til Medîq, Til Çîçan, Herbel û Bendava Şahbayê, topbaran kirin.

Her wiha nûçegihanên me dane zanîn ku  zêdetirî 100 top li gundên rizgarkirî yên Şahbayê ketin. Ji ber topbarana çeteyan a bê ser û ber zerareke mezin gihîşt û mal û zeviyên welatiyan.

Şervanên YPG/J`ê li Kantona Efrînê û Artêşa Şoreşgeran jî li herêmên Şahbayê, bersiva êrîşên çeteyan didin.

Li herêmên navborî car caran top li wan dibarin.

(kc)

ANHA