Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Torên ceyranê yên taxên rojava têne sererastkirin

MINBIC – Komîteya Xizmetê ya girêdayî Saziya Ceyranê ya bajarê Minbicê torên ceyranê sererast dike.MINBC-CEKIRNA-CERA-BENDAVA-TISRIN1

Pira riya Helebê ku li taxên rojavayê bajarê Minbicê dikeve, di operasyona rizgarkirina Minbicê hat rûxandin û torên ceyranê yên taxên rojava ku bi riya pirê têne kişandin, ziyan dîtin.

Ji ber vê yekê şêniyên taxên rojavayê bajêr, ambêran bi kar tînin.

Komîteya Xizmetê ya girêdayî Saziya Ceyranê ya bajarê Minbicê torên ceyranê yên wan taxan sererast dike. Tê payîn ku dê ev xebat di 15 rojan de bi dawî bibe.

(mm)

ANHA