Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Trump nerîna xwe ya derbar hevdîtina bi Pûtin re da guhertin

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Amarîka Trump nerîna xwe ya derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokê Rûsiya Pûtîn ku di hate payîn li Vêtnamê pêk were, da guhertin.

Serokê Amarîka Trump 2 caran ragîhand ku dixwaze di çarçoveya Forma Alîkariya Aborî ya dewletên Asaya û Deryaya Hadî ku dê roja înê li Vêtnamê were lidarxistin, bi Serokê Rûsiya re hevdîtinê pêk bîne.

Rutersê derbarê mijarê de bi navê Berdevkê Koçka Spî Sara Sandirz got ku beriya çend deqeyan ji daketina balafira Trump a li Vêtnamê de tu hevdîtinênbi Pûtin re ne hate tekezkirin û destnîşan kir ku ji ber sozên wan lihev dikevin hevdîtin pêk nayê.

Berdevka Serokê Rûsiya Pûtîn jî da zanîn ku şêwir di navbera herdû Rûsiya û Amarîka de didome da ku hevdîtin pêk were.

(dc)