Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Tundî têk diçe û jin bi ser dikeve’

MÛRADA KENDA

QAMIŞLO – Jinên karker ên Kurd, Ereb û Suryan gotin ku jin bi hêz û têkoşîna xwe li hemberî hemû cureyên tundiyê bi ser dikeve.

Li bazara bajarê Qamişlo jinên karker ên Kurd, Suryan û Ereb rûye xwe dan kamîreya ANHA’yê û têkildarî roja navnetewî ya têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê, axivîn.

‘DAIŞ têk çû, jin bi ser ket’

Jina Ereb Şêrîn Elî ya 24 salî ev du sal in di firoşgeheke cil û bergan de dixebite. Şêrînê got “Tundiya ku DAIŞ’ê li ser jinê meşandiye, armanc jê ew bû ku hêza wê bidin şikandin û rê li pêşiya pêşketina wê bidin girtin. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê bi ser ket û li tevahiya cîhanê bûye mînak, her wiha hêza jinê mezin kir. Bi vê yekê DAIŞ têk çû û têkoşîna jin bi ser ket. Ji ber vê çendê pêwîst e jin di her derê de cihê xwe bigire.”

Jina Kurd Mizgîn Hacî ku temenê wê 28 sal e, ev 4 sal in li firoşgeha betaniyan kar dike. Girêdayî mijarê wê jî dîtin û nerînên xwe anî ziman.

Mizgîn Hacî diyar kir ku tundiya li ser jinê ne tenê ji aliyê bedenî ye, lê belê tundiyeke derûnî (psîkolojîk) jî li ser jinê tê meşandin. Mizgîn axaftinên xwe wiha dewam kir: “Rojane em dibihîsin ku li cîhanê giştî  jin têne tecawizkirin û qetilkirin. Bi raman û felsefeya Serok Apo me hêza xwe dît ku li hemberî vê tundiya em bisekinin û tekoşînê bikin.”

Jina Suryan Nadya Îbrahîm a 80 salî ku ev 25 sal in karê firotina cil û bergan dike, anî ziman ku mafê jinê wekî mafê zilam heye  û êdî kes nikare mafê jinê bixwe an jî binpê bike.

Nadya hêza jinê destnîşan kir û got ku bi vê hêzê jin di hemû xebatên xwe bi ser dikeve.

(he)

ANHA