Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Turnova dilsoziya bi şehîdên Reqayê re destpê kir

Dîmen

EYN ÎSA – Komîteya Ciwanan û Sporê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Turnoveya fotbolê bi navê ʺdilsoziya bi şehîdên Reqayê reʺ lidar xist, yekemîn matç di navbera tîmên Eyn Îsa û Hîşê pêk hat.EYNISA-VEKIRINA-DEW-FOTBOL (6)

Turnova bi beşdarbûna 30 tîm beşdar dibin, turnoveyê şeva derbasbûyî bi matça di navbera Eyn Îsa li navenda Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî ya herêma Firatê, hate vekirin.

Di vekirina turnoveyê de bi dehan welatiyên navçeya Eyn Îsa, Hevserokê Komîteya Ciwan û Sporê Mihemed Heblûş, Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa û Cîgira Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdilah Eryan, amade bûn.

Beriya ku matç dest pê bike, Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdilah Eryan û Serokê Komîteya Ciwan û Sporê Mihemed Helbûş axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku bi rêka sporê wê rihê ku çeteyan DAIŞ`ê fetisandibû, vegire û gotin ku girînge hemû endamên sporê li herêmê werin rêxstin kirin.

Paşê koma Hîşê û Eyn Îsa daketin lîstikgehê, matç bi serketina Eyn Îsa bi dawî bû.

Wê turnov bi rêxistinkirina matçan di navbera tîmên ku li ser 4 giropan hatine rêxistinkirin dewam bike, îro jî wê saet di 16:00 de li navçeya Eyn Îsa û gundê Qehtaniyê û gundê Rebia di heman demê de were lidarxist.

(jo)

ANHA