Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Turnoveya fotbolê li Şedadê destpê kir

HESEKÊ- Partiya Modernîteyê li navçeya Şedadê turnoveya fotbolê bi navê şehîd Yûsif El-Hamid destpê kir.HSK-VEKERINA-DEWRI ‫(1)‬ ‫‬

Di turnoveyê de 8 tîmên navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê beşdar dibin û tê payîn ku 16 rojan dirêj bike.

Rêveberê Partiya Modernîteyê li navçeya  Şedadê Ibrahîm El-Seyd da zanîn ku armanca wê piştevaniya ciwanan ji bo pêkanîna xeyalên xwe û xurtkirina rihê spore li gel wane.

Şehîd Yûsif El-Hamid yek ji avakerên partiya Modernîteyê li navçeya Şedadê bû û di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû.

(nse)

ANHA