Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Turnoveya ‘Wefedariya bi şehîdên Reqayê re‘ berdewam e

Dîmen

EYN ÎSA –Turnoveya ‘Wefedariya bi şehîdên Reqayê re‘ ku ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîşê ve tê organîzekirin berdewam dike.

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Reqayê 11‘ê îlonê bi tevlîbûna 30 tîmên sporê yên navçeya Eyn Îsa Turnoveya ‘Wefedariya bi şehîdên Reqayê re‘ da destpêkirin. Di çarçoveya turnoveyê de, di navbra Tîma Qehtaniyê û Tîma Meyselûn lîstokek hate lidarxistin.

Li aliyekî din jî, di navbera Tîma El-Ensar û Tîma El-Fiteyîh hate lidarxistin, di encamê de Tîma El-Fiteyîh bi 4 nuqteyan li beramberî nuqteyekê ji bo Tîma El-Ensar biser ket. Di lîstoka di navbera Tîma Şehîd Çûdî û Tîma El-Sedaqa de Tîma Şehîd Cûdî bi nuqteyekê li beranberî sifir bi serket.

(bx)

ANHA

EYNISA-DEWREYIN-FOTBUL-BERDEWAME (1) EYNISA-DEWREYIN-FOTBUL-BERDEWAME (3)