Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Turnuva Biratiya Gelan bi dawî bû

MINBIC – Tîma fotbolê ya El-Şerîf di turnoveya fotbolê ya li bajarê Minbicê hatiye orgazîekirin de, rêza yekem bi dest xist. Tîma El-Şerîf di lîstika dawiyê ya li hemberî tîma El-Ehlî de serkeftin bi dest xist.

Tîmên fotbolê yên Minbicê û Yekîtiya Werzişê ya Minbicê dest bi qonaxa yekemîn a turnuva fotbolê ya bi navê Biratiya Gelan kirin. Maştên turnuvayê li stadyoma El-Beledî ya bajarê Minbicê hatin lidarxistin. Piştî bajarê Minbicê hat rizgarkirin ev dewre ya duyemîne piştî 6 salan di navbera tîmên fotbolê yên bajêr de hate lidarxistin.

14 tîmên fotbolê yên bajarê Minbicê beşdarî lîstokan bûn. Tîmên fotbolê dabeşî  du koman bûn, di her komekê de 7 tîman lîst.

Lîstika dawiyê ya turnuva Biratiya Gelan di navbera tîma El-Şerîf û ya El-Ehlî de pêk hat, di encamê de tîma El-Şerîf 3 /4 serkeftin bidest xist û hat tacîdarkirin.

Di lîstika turnuvayê de, Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundên wê, Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk û Endamên Meclîsa Herêmî amade bûn.

Di dawiyê de, xelat li lîstikvanan û tîma El-Şerîf a serkeftî,  ji aliyê çavdêrê dewreyê ve hatin belavkirin.

(rr)

ANHA

MINBC-FOOTBOL3 MINBC-FOOTBOL2 MINBC-FOOTBOL MINBC-FOOTBOL1